Dîroknas Biradost Mîtanî û lêkolîna li barê Kotiyan

kurdistani 03:31 PM - 2017-12-25
Dîroknas Biradost Mîtanî lêkolîne li barê Kotiyan

Dîroknas Biradost Mîtanî lêkolîne li barê Kotiyan

Bi nêrîna min pêwîste hemû partî û rêxistinên sivîl di pêş hemû karekî de, girîngiyê bi dîrok û çand û zimanê gelê xwe ya resen bide.

Bi taybetî ew kesên ku hîn li jiyan mane û xizmet û kar dikin di barê dîrokê û çand û zimanê kurdî de, dûr ji îdolojîk û alîgiriya siyasî û partîtî ya teng, erkê her mirovekî kurde ku xwedî li dîroknas û ronakbîr, hunermend, nivîskar, rewşenbîrên xwe ên berhemderên berhemên rasteqîne ku dikevin xizmeta berjewendiyên dîroka gelê kurd û Kurdistanê de.

Derbarê rastiya dîroka Kotiyan an Gotiyan de ku wek kalkên kurdan tên naskirin, careke din jî wek hemû caran, dîroknasê kurd mamoste Biradost Mîtanî xwe bi awayekî pir kûr û hûr westandî tako rastiya dîroka derbasbûyî û wunda û veşartî yê gelê kurd û jêderên wê de. Ji ber wê mijarê û mijarên din ên ku xistiuye ber lêkolîmnê û pirtûk jî li ser derxistiye, em wek stafa beşê kurmancî li PUKmedia`yê, bi pêwîst dizanin ku mirov spasiya dîroknasê kurd mamoste Biradost Mîtanî bike.

Bi taybetî ji ber van rastiyan ku di demekê de ye neyarên dîroka gelê me bêhtir bûne û dixwazin dîrok û doza rewa jinav bibin, lê em dibînin ku çawa maamoste li hemberî wan, rastiya dîroka rasteqîne bi belgeh û buyerên kirdar ên derbasbûne re, dide nîşandan û diselmîne ku gelê kurd xwedî dîroka xwe ya herî dewlemende.

Ev jî ji bo hevkarî û destekdayîn bi wure û hestên xweşdilî luigel kesayetiyên wiha berhemder bin, tako mirov bikare bêhtir berhemê ji wan keseyatiyên rewşenbîr û ronakbîr ji bo berjewendiya giştî bi dest bixe, kesên dîroknas wek mamoste Mîtanî ji gelê me yê re gelek girîngin, ji ber ku ew hewil didin ku tekerê dîroka ku bi berevaja ziviriye, ber bi rastiya doza gelê xwe ve bide zîvirandin.

Ez bi xwe wek rojnamevanekî Rojavayê Kurdistanê gelek serbilind im bi kaseyetiyên mîna dîroknasê hemdemî yê gelê kurd mamoste Biradot Mîtanî û bi berhem û nivîsên wê ên ku bi awayekî pir berfereh di xizmeta berjewendiyên doza gelê kurd de ne.

Îsal meha adarê de, dema vexwendina min ji bo kongireya ciwanan li Rimêlanê, min serdana mala Jîro ku lawê mamoste Biradost e ligel lawê dî bi navê Helezwar kir.

Her weha lawên mamoste jî, hemû di kar û xebatên kurdwarî û rewşnbîrtiya resen ya netweya kurdî de pir bi liv û tevger bûn. Piştî bi dawîbûna kongireyê, min xwest ez serdana mamost Biradost bikim. Ji ber wê jî, me berê xwe da Girgê Lekê û me serdana navenda rewşenbîran kir ku wek bingeheke ji kar û xebata Yekîtiya Rewşenbîran bû. Em pir bi germahî hatin pêşwazî kirin û hejmarek ji mamoste û rewşenbîrên Girgê Lekê jî hatin û bi me re li beşên kar û xebat û çalakiyên wan geriyan.

Me gotûbêj kir, min wê demê zanî ku ew zanyarî û agahiyên ku min li ser dîroknasê kurd dibhîst, pir kêm bûn, lê dema ku min baş gihdarê kir, min bêhtir rastiya kar û xebatên mamoste nas kir.

Ez bi hêvî me ku rêveberiya xweser, nirxên kesayetiyên wiha bizanibe û hevkar bin û destek bidin bi her kesên wiha xizmeta dîrok û çand û ziman û hunera resen ya gelê xwe bike. Ji ber ku destekdayîna mirovên zana û xwebexş tê wê wateyê ku mirov xwedî li berjewendiyên giştî derdikeve û rastiya doza reewa diparêze.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket