Zarokên Efrînî çawa fêrî ziman dibin

kurdistani 06:21 PM - 2017-12-24
Zarokên Efrînî çawa fêrî ziman dibin

Zarokên Efrînî çawa fêrî ziman dibin

Ev herdu keçkên Efrînî ên ku navên xwe Beheşt û Sirûşt e ku ji destpêka jiyana xwe ve, dest bi fêrbûna zimanê kurdî bûne.

Werin ev bi vîdyo bibîn in ku çawa xwîşka mezin ya bi navê Beheşt çawa xwîşka xwe ya biçûk Sirûştê fêrî tîpên zimanê kurdî ya resen dike.
Hunermendê Kurdaxî Zekeriya Dawud wiha li ser her du keçkên xwe ên zîrek û jêhatî nivîsî ye; Roja we hemiyan weke zimanê Kurdî zelal û xweşik be delalino keça min Bihuşta xweşika xweyî biçûktir Siruşta fêrî tîpên Kurdî dike.
Bi hêvî me ku kesên bi zimanê dayîkê nizanin ew jî xwe fêr bikin.

Di wateyê vê nûçeyê de, em dixwazin rastiya girêdana zarokan bi ziman û dîroka xwe ve nîşan bidin ku erkên herî pîroz yên malbatên kurdî ew e ku di destpêkê de, zarokên xwe li ser parastina çand û hunera resen ya neteweya xwe perwerde bikin û zimanê dayîkê bike bi zimanê herî sereke û di jiyanê de, bi wê zimanî bipeyvin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket