Raport: Washnigton hîn jî YPG`ê bi çek dike

kurdistani 04:41 PM - 2017-12-24
Raport: Washnigton hîn jî YPG`ê bi çek dike

Raport: Washnigton hîn jî YPG`ê bi çek dike

Rojnameyeke Tirkî di raportekê de, amaje bi dirêjahiya dayîna çekan bi YPG`ê dike ku Amerîka ne li ser soza xwe bi Tirkiye yê re ye.
Li gorî raporteke rojnameya Huriyeta Tirkî ku serbarî ku serokê Amerîkayê Donald Trump soz dabû ku êdî wê çekan nede bi YPG`ê, ji ber nerihetiya Tirkiyê, lê diyare di vê demên dawiyê de, şandina çekan û destekdayîna aborêî hîn jî wek xwe bi awayekî berfereh û bi hêz dirêjî heye.

Li gor rojnameya Huriyetê ku Amerîkayê lîsteyek ji bo opozisyona Sûrî amadekiriye, lê navê YPG-HSD`ê tê de nîne, tenê tê de hatiye ku ew çek wê ji bo opozisyona Sûrî ên hevparê Amerîkayê li Sûriyê yê ne.

Her weha Amerîkayê bi qasî 1 milyar û 200 milyon dolaran budçe ji bo perwerdekirina hêzên Êraqê di sala 2018`an de, her weha ji bo hêzên opozisyona Sûrî ku hevpeymana Amerîkayê ne, bi qasî 500 milyon dolaran hatiye amadekirin û wê bête pêşkêşkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket