Xwepêşindan bo Berdana Girtiyên Zindanên Rêjîma Esed
kurdistani 07:52 PM - 2017-12-17.
Di roja înê de, Çalakvanan xwenîşandaneke piştgiriyê bo girtiyên zindanên rêjîma Esed li bajarokê Eldar Elkebîre bakurê Hums rêkxistin kirin, ji bo tekez bikin ko dosya girtiyan ne cihê danûstandinê ye.
Çalakvanekî beşdarbûyî di rawestanê de ji acansa Simart re got ku ev rawestana pirotestokirinê ji bo fişarê li ser civaka navdewletî û rêkxistinên mafnasiyê bikin, da dosya gitiyan bikin pêşindeya her danûstandinê bi rêjîma Esed re
Çalakvan Ehmed Ebare got ku beşdarbûyên rawestana pirotestokirinê gotin: danûstandin li ser dosya girtiyên zindanên Esed nabe, û divê ew berî danûstandinan be.
Li ser hinan ji tabloyên ku çalakvanan hildabûn nivîsandibûn: ‘’Rojê bêriya laşê wan yê tazî kiriye, em girtiyan dixwazin ‘’ û ‘’tola me ya bi rêjîmê re xwîna bi hezaran şehîd û girtî û milonên koçberkiriyan e‘’ û silogana rawestanê ew bû: ‘’divê girtî berî danûstandinê bin‘’.
Her weha duh înê bi dehan Sûrî li pêşberî nivîsgeha Netewên Yekgirtî li bajarê Cinêv ê Siwêsrî ji bo berdana bidehezaran girtiyên di zindanên rêjîma Esed de derketin xwepêşandanê, xwepêşandan li meydana ko kursiyeke şikestî di nîveka wê de heye, yê simbola aştî û dijberatiya cengê ye li bajêr, ew xwepêşindan piştî hevrêzkariya di navbera wan de bi rêya malperên têkiliya civakî çêbû.
Serokê desteya danûstandinên Sûrî, Nesir Elherîrî, di kongirekî rojnamevanî de, yê ko li gera Cinêvê ya dawî çêbû, got ko dosya girtiyan û alîkariyên mirovî danûstandin di wan de nabe, ji ber ko ew di biriyarên Encûmena Ewlekariyê de ne.
Xwepêşinderên li Cinêvê, ji bil dosya girtiyan, daxwaza bizavê ji şandyarê navnetewî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora kirin, ji bo dorpêçê ji ser sivîlên Xûta rojhilat li Şamê rake, û yekser agirbestê li Sûriyê ragehîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24