Armanca gefên Tirkiyê li ser Efrînê.?

kurdistani 04:27 PM - 2017-12-16
Nêrîna rewşenbîrên kurd di barê GEFêN tIRKIYê

Nêrîna rewşenbîrên kurd di barê GEFêN tIRKIYê

Derbarê gef û êrişên Tirkiyê li ser gundwarên Herêma Efrînê û derdora wê ku ji meha adara 2017`an ve pir bihêz bûne, rojene ji aliyê çete û çekdarên ser bi opozisyona Sûrî ên ser bi Tirkiyê ve ku bêhtir ji 6 salan herêma Efrênê dorpêçkirine û topbaran û moekbaran dikin û niha jî serokkomar Receb Tayîb Erdoxan bi xwe dide ragihandin ku ewê di demeke nêzîk de, herêma Efrînê dagîr bikin û ji hêzên YPG-YPJ`ê pak bikin.

Me jî wek PUKmedia`yê , xwest ji nêzîk û dûr ve, nêrînên rewşenbîr û rojnamevan û siyasetmedarên Rojavayê Kurdsitanê bi riya raporteke taybet ji xwendevan û şopêner û bînerên xwe re biweşîn in.

* Kefyet Mistefa Hesen ji gundê Miskê jorîne ku bi Kefyet Miskê tê naskirin û seroka Komelaya Rewşen ya Jinê li Efrînê ye, derbarê armanca Tirkiyê ji gefên li dijî Efrînê de ji PUKmedia`yê re got; Armanca Turkiyê ji êrîşkirina li ser Efrînê dagirkirina bakûrê Sûriyê (Idlib, Heleb, ta Deriya sipî....) û seknandina li hember pêşketina Hêzên Sûrye ya Demokratîk yên kurd têda beşek serekeye. tevî wê seknandina li hember pirojeya fedralîzmê yê ku mafê hemo ol û pêkhateyên Sûrî têda bi cih tên e. Her weha tevî van jî, dijayetî û cav tengî ji hebûna kurdan re ye.

Miskê di dirêjahiya axivtina xwe de, diltengiya xwe ji nebûna yekrêziya kurdan anî ser ziman û got; Lê mixabin hinekî lawazî di yekrêziya tevgera kurdî de derdikeve holê, ji ber cudatiya nêrînan û girêdana hin aliyan bi rikeberên Sûrî yên ku bi destê mîtên dewleta Turk hatine avakirin. Ji ber wê xwesteka gelê sêvîl ji hemo tevgerê kurdî heye ku mala kurdî berî her tiştekî bi hevdin û berjewendiyên kurdan û herêmên wan berî her tiştekî yekbigrin.

Derbarê peywendiyên ligel aliyên bihêz wek Rûsiya û Amerîkayê, Seroka Komelaya Rewşen wiha got; Pêwîste aliyên kurdî ên peywendîdar têkiliyên xwe bi dewletên xwedî hêz li Sûriyê bihêz bikin û siknandina li gel hêzên leşkerî ya kurdî di Rojavayê de, dupat bikin û bi çavên mezin li wan mêze bikin û xwedî lê derkevin, ji ber ew hêza yekem di bakûrê Sûriyê de ye, li hemberî terorê berxwedanî kirine. Yanê dibê em hemû zanibin ku armanca dewleta Tirk ne tenê Efrîne, lê îstiratîjya wan berferehkirina împeratoriyeta Osmanlî û xistina aboriya Rojhilata Navîn bin kontirola xwe.....Û tunehkirin û
Têkbirina kurdane.

* Her ji bo heman mjiarê, siyasetmedar Salih Mosa ku demeke dirêj li Almanyayê dijî, bi xwe jî ji navçeya Şêrawayê ya ser bi herêma Erfrîn li Rojavayê Kurdistanê ye, wiha nêrîna xwe ji PUKmedia`yê re anî ser ziman;  Bê guman kêşeya Sûriyê bi temamî ji destên welatên hermî wek Tirkiyê û Êranê derketiye, aktorên sereke piştî 7 salan ji şerê nevxweyî, niha Rusiya û Amerîka ye,  çareserî ji bo pêşerojê bi destên van herdu dewletên mezin xwedî bandor ê pêk were.
Di derbarê xewn û armancên Tirkiyê li navçeyê de, Mosa wiha got; Xewna dewleta Tirkiyê têk çû,Tirkiyê  dixwast hêzin tundrew Islamîst li Suriyê bibin xwedî deselat , ji ber wê yekê Tirkiyê amedeye her tiştî bike û bide Rusiya , Îranê û bigihîne rêjîma Sûriyê jî, ku bess bi tenê Kurd li bakurê Sûriyê (Rojava ) têk biçe û nebe xwedî par di Sûriya pêşeroj de , ev helwest Tirkiyê me dît, çawa bazar çêbu li ser bajarê Heleb û Cerablusê di navbera Tirkiyê û Rusiya de , diyar bû çawa dewleta Tirk Opozisyona Sûriyê bi erzanî firot û li wan derew kir.
Lê di barê armanca Tirkiyê ji ketina nava axa Sûriyê de, Selah Mosa wiha pêde çû û got; Erê armanca dewleta Tirk digirkirina Axa Sûriyê ye, ji ber ku xwe xwedî wê Axê di dîrokê de dibîne ,yanê qet bawer nekin, ku Tirkiyê rojekê ji rojan ji bajarê Carablus , Bab û ji herêma Idlîb paşde bikişe .
Derbarê gefên Tirkiyê ji herêma Efrînê re jî wiha axivî; Dewleta Tirk herêma Efrîne bi hêrişeke hovane tehdîd dike û car carna Topan davêje Gundan, ku tev li hevî çêke û gelê zivîl bitirsîne. Lê Tirkiyê baş dizane, ku Efrîn ne Ezaz û Cerabluse , gelê Efrîne qet razî nabe ku leşkerin Tirk dagîrker derbasî Axa Efrînê bibin, ji ber ku gelê Efrîne ji 7 salî xwe ta 70 salî bi alîkariya hêzên xwe YPG û YPJ ê dikin û wê li ber xwe bidin û Efrînê bikin Goristan ji bo leşkerin dagirker.

Siyasetmedarê kurd Selah Mosa di dirêjahiya axivtina xwe ji PUKmedia`yê re dibêje; Ez bawe nakim ku dewleta Tirk bi serê xwe bê çira kesk ji Rusiya û Amerika bi ahmeqî di vê demê de gavek bi vî rengî bavêje , ji ber ku hem Russia hem Amerika bi her awaî hewil didin ji bo çareseriyek siyasî bê şer li Suriyê pêk were, piştî têkçuna Daiîş bi destên Şervanên Kurd û Hêzên Suriya demokrat bi gelemperî.

* Çalakvanê siyasîm Mistefa Alo ji gundê Çobana ya ser bi herêma Efrînê wiha ji PUKmedia`yê re derbarê gefên Tirkiye û armancên wê li dijî herêma Efrînê vegot; Armanca tırka lı Efrinê weko armanca tirka li hemû perçeyên din ên Kudıstanê ye. Hew naxwazê ku Kurd bi serkavin.

Ji bo wergirtina helwesteke yekgirtî yê kurdan, Mistefa Alo dibêje; Li hemberê vê yekê bi tenê yekbûna kurdan dermanê. Dıbê kurdan bi leşkerî û bı diplomasî û sıyasî, ew siyaseta neyartiya Tirkiye a paşvero ji nerîna giştî ya cihanê re aşkere bıkın.

* Her weha Çalakvanê kurd Ayhan Şêxo jî nêrîna xwe ji PUKmedia`yê re aşkire kir; Armanca Dewleta Turkîyê di xwezê kurdîstana Rojava dagir bikê wakî hun dizanê ketina dewleta Turkîyê li bakora surîye ne je bo çeraser kirina alozîya li Sûrîyê Tirkîye ji bona Efrîne dagîr bikê hemî kaxezên xwe bikar anîn bi Êran û rejîma Sûriye re hevdîtin pêkanîn ji bo Tirkîyê deskefta li Efrînê ji bona wî cîihê metirsiyê ye êrîşa rejîma Tirkîyê li ser Efrînê ji bona wî mayîn û ne manê yan mirov dikkanê bêjê serkeftina Efrîne roxanidina rejîma Tirkîyê ji bo her sê herêmên Rojavayê Kurdîstan negihîne hev, Tirkîyê amedeye her tiştî xwe dînê meydanê ji bo Rûsiya û Amerîka kilîta Rojhelata Navîn îro li Efrînê ye.

Ayhan Şêxo di dirêjahiya axivtina xwe de, derbarê helwesta rewşenbîrên kurd de got; Pewîsite Rewşenbîr û rojnemevanên kurd û demokratxwaz û siyasetvanên me yên Kurdîstanî, helwêsta xwe yê neteweyî zelal bikin û bikevin nava tevgerê  helwesta xwe zelal bikin li hemberî êrîşa Tirkîyê, Rûsiya tu carî naxwezê kurd di rawşa îro de bikê dejminê xwe. Rûsiya dizanê heger bîlê Tirkîyê derbazî Efrîne bibê, we Rûsiya di Sûriya de ziyaneke mezin bibîne,  ji bo Efrîn wek ciheke stratîjîk hem ji Rûsiya û hem jî ji bo Emerîkayê re.

* Ji aliyekî din ve, Rojnamevan Jîndar Murşid jî nrîna xwe derbarê êrişên Tirkiyê li ser herêma Efrînê anî ser ziman û got;  Dewleta Tirk dixweze vîna (îrade) û mafê gelê kurd tune bike û bi taybet mafê gelê herêma Efrînê. Lewra rojene êrîşên xwe li ser herêmên ku kurd tê de dijîn bi dijwarî dike.

Murşid di dirêjahiya axvtinên xwe de derbarê sedemên sereke ji armancgirtina Tirkiyê ji Efrînê re, got; Efrîn ji Tirkiyê re bû ye weke xewneke bi roj û şev,  ji ber ku navçeyeke gelek dewlemende bi xwezayî û deşt û çiyayên xwe û cihê wê ji aliyê cixrafiyetê ve jî gelek stratîjîke ku dikeve bakur-rojavayê Sûriyê û tenê bi 35 k.m nêzîkî deryaya sipî ye ku wate nêzîktirîn bajarê Rojavayê Kurdistanê ye ji deriyaya spî û Ewropayê re, ev jî bû ye sedema ku Tirkiyê Efrînê ji xwe re bike armanc.

Jîndar murşid wek xwendekareke zanîngeha Efrînê di barê helwesta rewşenbîr û rojnamevanan de wiha ji PUKmedia`yê re axivî; Weke Rojnamevan û rewşenbîr pêwîste em pênûsa xwe bikin çek pê şer bikin û bi vê çekê dengê gelê xwe bi tevahî ji cîhanê re bidin nasîn, û bi hezkirina ji axa weletê xwe re, emê bi nivîsên xwe herdem serkeftinên herî bilind çêbik in. Gelê Efrînê bi kal, pîr, zarok û bi ciwanên xwe li gel hêzên YPG,YPJ û QSD disekinin û hemû rengên alîkariyê didin wan.

* Her weha nîgarmend Dilawer Dildar derbarê armanca Tiriyê ji gefên li dijî Efrînê re, wiha nêrîna xwe ji bo PUKmedia`yê ragihand; Armanca piropaganda Dewleta Tirk ji bo dagirkirina Efrînê, ew dixweze bingehê vê yekê amede bike, yanî dema ku dibêje emê wisa bikin, em dewletekî kurdî li ser sînorê xwe napejirînin, eva hemo amedekarêyê ji bo vê dike. Di warê doblomasî û ramyarî de, dixweze jê re bingeh ava bike û di alîyekî dîtir de, bi siyaseta şerê teybet û derûnî dixweze bandoreke xwerab li ser vîna gelê Efrînê çê bike! ku bikaribe vîna rêxistinê bişkîne tako derîyên xwe ji rêjîma Sûryê re vebike, weke berê rêjîma Sûryê di Efrînê de bibe deshilat. Helbet ev yek ji polotîkaya Rûsiyayê ye yê herî girînge, lê belê ev yek bi hêsanî nabe.

Dildar amaje bi siyaseta Tirkiyê ya ku li dijî gelê kurd birêve dibe dike ku; Tirkiye bi vê polotîka xwe ya bi qirêj dixweze proje û deskeftên gelê kurd têk bibe. Ew dixweze di kesayeta Efrîn de, vîna gelê kurd bişkîne û bi vî awayî pêşî li pêşketina şoreşa bakur bigire.  Ji ber ku vê metirsîdar li ser xwe baş dibîne û ew baş dizane ku şikandina Efrînê, tê wateya şikandina proje û pêvajoya kurda bi giştî, yanî serkeftina Efrînê serkeftina kurda bi giştî ye.

Hunermendê Efrînî ku li Ewropayê dijî, balkişand ser rastiya bihêzbûna Efrînê û şaştiya nêrîna Tirkiyê ji Efrînê re û wiha nêrîna xwe ji PUKmedia`yê re dirêjkir; Di alîyekî dîtir de, ew difikirin ku Efrîn cîhê herî lewaze evajî ji ber polotîka rosya ye, ji ber ku Rûsiya nêzîktire ji hêzên hevpeyman ên netewayî. Di vir de helwesta Emerîka pir girînge, ez dibêjim Emerîka û Rûsiya jî wê rê nedin vê yekê, ji ber ku eger ev yek pêk were, wê çaxê perçebûna Sûriyê misoker dibe, eger Emerîka vê yekê bihêle biqewime, wê çaxê Emerîka perçebûna Sûriyê rewa dike.
Di dawî yê de, Dilawer Dildar wiha got; Ez dikar im wiha bêj im, ketina Tirkan a Efrîn ê, wê dawî li hûkometa AKP`ê bîne, ji bo dewleta Tirk ev yek ê bibe xwekuştineke sîyasî û polotîk.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket