Rewşîbîrên wêneyan !! Hoşeng Hesen

kurdistani 10:37 PM - 2017-12-13
Rewşîbîrên wêneyan !!  Hoşeng Hesen

Rewşîbîrên wêneyan !! Hoşeng Hesen

Doh çavê min li pirtûka Nivîskarê Lubnanî Ebas Elhuseynî ya bi navê Evîndar ket, ew pirtûka ku bi giranî behsa şoreşa Rojava û Fermana Şengalê dike û demekê beriya niha nivîskarê nav bûrî serdana Rojavayê Kudistanê Kiribû û tenê ew car bû ku bi çavên serê xwe welat ku di nava şoreşê de ye dît.
Bi dîtina wê pirtûkê ku beirya niha min xwendibû, hat bîra min ku li Rojava 5 yan 6 Yekîtî , rêxistin û saziyên rewşnbîran hene û bi sedan- ger ne bi hezaran be – endamên wan hene û her kes ji xwe razî ye û dibêje "  Rewşenbîr çavê civakê ne "  û ev hevok baş ezber kirye û li her derê dibêje.
Tiştê ez dixwazim bêjim ew e ku ewqas endam û kesên xwe Rewşnbîr dibînin li Rojava hene lê heta niha pirtûkek yan berhemek wisa binrix li ser vê berxwedaniya vê şoreşê me nedîtiye û nehatiye kirin, gelo sedem çi ye ? gelo li Rojava Rewşenbîr tune ne ? bi rastî jî wê pirsê dikim.
Min jî xwest li rûpelên çendeka ji wan ( Rewşenbîran ) ên Facebookê binerim bê ka gelo ev Camêr çi dikin, dibe min heqê wan xwaribe û wiha behsa wan kiribe, îcar xwezî min venekirba û nedîtina û bila ez di wê mereqa xwe de bama baştir bû.
Ji belavkirina wêneyên xwe yên Kesayetî hema bêje bêhtir tiştek tune ye , yanî jî dibêje Keça Xaltîka Meta Dayika Min li filan derê çûye ser dilovaniya xwe îcar hemû rewşîbnîr jî dikevin dewrê û jêre sersaxiyê bi mirina Keça Xaltîka Meta Dayika wî dixwazin.
Li pêşiya rewşîbîrê Elman jixwe ev ne tiştek bûn, Camêrê ku nebûye 4 meh in gihaye Elmaniya ji ber diyar e li Rojava Rewşenbîrî nedibû, her roj sibeha radibe û li ser rûpela xwe wêneyên xwe li Kurdistana Elmaniya belav dike û pêre dinvîse "Goten morgen" … ha ya rast ev  bû, ji xwe mirov bi kurdî nabe rewşnbîr incex bi Elmanî bibe.
Ez mafê hemûyan nexwim hindek kesên ewqas hêja jî hene , heta niha li Rojava ne ,bişev û roj di xebata rewşenbîrî de dixebitin û dixwazin berxwedaniya vê şoreşê bikin male dîrokê lê mixabin bi piranî ew kiras li xwe kirine tevî ku li wan nayê û hemû tiştên wan li ber çavan in.
Nivîskar; Hoşeng Hesen

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket