Bangwaziyek ji Komîteya Hevkariya siyasî li Swêd

kurdistani 07:41 PM - 2017-12-12
Bangwaziyek ji Komîteya Hevkariya siyasî li Swêd

Bangwaziyek ji Komîteya Hevkariya siyasî li Swêd

Bangwaziyeke yekrêzî ji bo Herêma Kurdisrtanê.
Komîteya Hevkariya Hêzên Sîyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê li ser rewşa Kurdistana Başûr ya ku piştî referanduma 25ê Cotmehê encam daye, dixwaze bi vê bangewazîyê hindek dîtin, daxwaz û tîkayên xwe ragihîne Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû alîyên siyasî û civakî; partî, rêxistin, kom û kesên niştîmanperwer.
Berî her tiştî em careke din silavê li biryar û encamên gelpirsîya serxwebûnê ya 25ê Îlonê dikin. Ji ber ku gelê Kurdistanê di vê gelpirsîyê de, bi dengê 93% îradeyeke xurt û dîrokî nîşanda. Ev destkeftîyeke gelek mezin e, divê hîç wextekê dest jê neyê berdan.
Careke dî ji bo me dîyarbû ku herçar dewletên dagirker; Tirkiye, Îran, Iraq û Surîye her wextekê dikarin dijminatîyên xwe yên dîrokî, nakokîyên xwe yên siyasî, herêmî, aborî û mezhebî, daynin alîyekê û êrişî Kurdistanê û destkeftîyên wê bikin.
Wan ji bo ku îradeya serxwebûnxwaz a gelê me yê Başûr ku bi referanduma 25ê Îlonê beyan kiribû bişikînin, bi planeke hevbeş êrîşî Kurdistanê kirin. Di encamê de Kerkûk, Xurmatu, Xaniqîn, Şengal û gelek deverên din ku sedî 80-90 li gel Kurdistanê deng dabûn ji nuh ve dagir kirin.
Ev bûyer li herêma ku di bin kontrola dewletên hevpeyman de û li ber çavên hêzên wan ên leşkerî yê herêmê rû da. Dîyar e ku milletê me careke dî tûşî bêbextî û nedurustîya welatên Rojavayê bûn.
Bêguman beriya ku em gazinan ji dewletên hevpeyman bikin, em ne yekrêzî, bêtifaqî û pirr-serîtîya siyasî, îdarî, aborî û leşkerî ya xwe çareser bikin. Divê Hikûmeta Kurdistanê li ser kes û grubên ku li gel îradeya gelê xwe yê Kurdistanê ya % 93 tevnegeriyan û dijberî wê helwest girtin û li ber dagirkirina welat derî vekirin, lêkolîn bike û wan derxîne ber dadgehê.
Nuha Kurdîstana Başûr bi rewşek nû re rû bi rû ye. Nirxandina vê rewşa nû, ku li Kurdîstanê rûdaye, bi hemû alîyên xwe ve, bi şêweyekî ciddî, wazîfeyeke dîrokî ye ji bo her kurdekî niştimanperwer û xwedî vîcdan. Em şok û travma têkçûyinê ji ser xwe bavêjin, ji bo destkeftiyên heyî biparêzin hewil bidin.
Ji bo avakirina civateke azad û aram li Kurdistanê, pûçkirina xwestinên dagirkerên Kurdistanê; em wek Hevkarîya Hêzên Sîyasî yên Kurdistanî li Swêdê, van daxwazên jêrîn ji parlamento, şaredarî û encûmenên serkirdayetiyên herêmî, hêzên siyasî, dezgehên civakî, medya Kurdistanî, hêzên asayîş û parastinê, berpirsên gel û ayînên Kurdistanê, dikin:
-Hikûmeta Herêma Kurdistanê tu carî referandumê tune nehesibîne. Hikûmeta Herêma Kurdistan divê destkeftîyên gelê Kurdistanê yên di Destûra Federal a Iraqê de hatine tarîf kirin biparêze. Divê bi Bexdayê û bi Amerîka û dewletên cîhanê yên din re, bi dewletên herême re peywendîyên xwe ji nû ve dîzayn bike.
- Aborîya Kurdistanê ji bin tesîra hizbatîye derkeve, têkeve bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê..
- Asayîş û parastin (pêshmerge) bibe yek û girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdîstanê be. Ne giridayê hizb û partîyên sîyasî be.
- Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserîya pirsgirêkên gelê me yên aborî, civakî û îdarî tesbît bike plan û bernameyeke acîl bide ber xwe. Ji bo pêwîstîyên bingehîn yên aborî; pêşdebirina çandinîya nûjen, hilberîna îndîstruyê bête teşwîqkirin
-Di vê dema ku Kurdistan birîndar bûye de, divê plan û stratejîyeke nû ya civakî û îdarî hebe. Parlamentoya Kurdistanê, bi piştgirîya hemû partîyên sîyasî û pêkhateyên Kurdistanê dive bi yekrêzî û yekdengî nexşerêyeke nû û hevbeş a niştimanî bide ber xwe.
- Divê di bin çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî (UN) de, wêrankirin û valakirina gund û bajarên dagirkirî bête rawestin û xelkê koçberbûyî vegerin malên xwe.
-Divê rexne, pêşniyarî û gazincên hemû partiyên Kurdistanê xwedî qîmet bên pejirandin. Hemû aliyên siyasî xwe xwedîyê malê bibînin, ji bo demekê dest ji zimanê muxelefetkar berdin. Divê hemû partiyên Kurdistanê alîgir û piştgirên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin. Divê hemî pêkve li îradeya gelê xwe ya ji bo serxwebûnê xwedî derkevin.
Gelê Kurdistanê di dîroka xwe de tûşî gelek jenosîd, qetlîam, şikestin, şerê navxweyî bûye. Em umîdwar in ku Başûrê welatê me wek gelek carên berê van rojên teng û dîjwar li dû xwe bihêle. Rûpeleke taze li dîroka me veke, dahutiyeke bi hêvî û zexm ava bike.
Kurdistan bi hevkarî û yekbûna siyaseta kurdan dikare bê rizgar kirin.
Komîteya Hevkariya Hêzên Sîyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê
Stockholm 2017-12-11

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket