Yekem mamosteya kurd ji Efrînê bû

kurdistani 04:27 PM - 2017-12-11
Yekem mamosteya kurd ji Efrînê bû

Yekem mamosteya kurd ji Efrînê bû

Yekem mamosteya kurd li Rojavayê Kurdistanê bi fermî dest bi karê mamosteyetiyê kiriye, jineke kurd a Efrînê ye, navê wê Necah Silêman e ku hevjîna siyasetvanê dêrîn nemir Şewket Nasan e.

Dr. Ferhad Nasan lawê mamoste Necah û yê siyasetvanê dêrînê kurd parêzerê nemir Şewket Nasan e, di rûpela xwe ya veghîştina civakî de rastiya dema damezrandina dayîka xwe mamoste Necah Silêman bo carê yekem ji rayê giştî re da xuyakirin.

Diktor Ferhad Nasan di nivîsa xwe de aşkire dike ku wek dihate naskirin ku yekem mamosteya kurd  Necah Silêman ku di sala 1958`an de dest bi karê mamosteyetiyê kiriye, lê li gorî belgeyên malbatê ku ji erşîvê hatiye derxuistin bi vê rengî ye;

Dr. Ferhad Nasan di wê barê de wiha dibêje; Di belgeyê de hatiye ku biryara damezrandina mamoste Necah Mihemed Silêman di dibistana Xedîce ya Mezin de li bajarê Amudê ku dikeve herêma Cizîrê û bi wajoyê parêzgarê Hesekê ya sala 1-11-1956`an. Ev belge tê wê wateyê ku mamoste Necah beriya ku dihate gotin bi 2 salan, dest bi karê mamosteyetiyê kiriye, lê wek tê zanîn ku mamoste beriya derketina biryarê bi demekê dest bi karê xwe kiribû.

Keçkeke kurd ji gundawrên Efrînê ku temenê wê 20 salana derbas nake, bi tenê xwe ji Efrîn a herî li bakur-rojavayê Sûrî, (bajarê herê ku dikeve rojavayê Rojavayê Kurdistanê) ku nêzîkî deryaya spî ye, ber bi bajarê Amûdeyê ku dikeve aliyê herî bakur-rojhilatê Sûriye, bi  sedan kîlo metran her bi tenê xwe ye ku nameya pîrozî girêdayî bi zanist û xwendinê hilgirtiye.

Her weha wek di hejmara weşana PUKmedia`yê ya  36536 ku di roja 24-9-2017`an de hatiye weşandin, ku gundê Tilifê ya ser bi Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, yekeke ji wan gundên herî berhemdar ji aliyê rewşenbîr û welatparêz ku mora xwe li dîrokê dane, her  wek tê çêrêkirin ku 19 kes berwanameya bijîşkî bi destxistine û 8 kesan jî berwanameya dermansaziyê bi destxistine, ligel 14 kesan jî ku berwanameya endezyariyê bi destxistine û hejmarek siyasetmedar û reşwnbîr û kesayetiyên mezin wek nemir Mehmûd Şewket Nasan ku yekek bû ji damezrênerên yekemîn partiya kurdî (Partiya Demokrata Kurdistanê) li Rojavayê Kurdistanê ku nemir di nava koma yekê de bû ya ku di roja 14 pûşpera 1957an de, bi serokatiya nemir Apê Osman Sebrî , nemir Mihemed Elî Xoca, nemir Hemze Niwêran, nemir Reşîd Hemo, Dr. Xelîl Mihemed Ebdula,  û mamoste Ebdilhemîd Derwêş.

Mamoste Necah Silêman jî hevjîna parêzer Şewket Nasan e ku wek çawa nemir Şewket Nasan ji ramyarvan û parêzerên yekemîn bû ye, mamoste Necah jî her yekemîn mamoste bû ye ku beriya hevjîntiyê bi parêzer Şewket Nasan re bike. Ev kes ji bo dîrok û nasnameya gelê kurd, wek belge û regeznamey we ne. Pêwîst mirov girîngiyê bide bi van kesayetiyane, tako dîroka me ya berê û niha bi awayekî pir dewlemend bête nasandin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket