Li Herêma Efrînê kargehên avê tên vekirin

kurdistani 04:13 PM - 2017-12-11
Li Herêma Efrînê kargehên avê tên vekirin

Li Herêma Efrînê kargehên avê tên vekirin

Li Herêma Efrînê ya ser bi Rojavayê Kurdistanê, kargehên avê tên vekirin.

Li gundewar û navçeyên ser bi Herêma Efrîn ya Rojavayê Kurdistanê, kargehên ava pak tên avakirin û rewşa berhemên kar roj ji rojê bêhtir dibin.

Yek ji wan kargehên ku tê naskirin, kargeha Rûta ye, ango bi navê gundê Rûta hatiye bi navkirin û li gundê Rûta hatiye avakirin. Wek tê gotin ku ew kargeha Rûta her 8 demjimêran 2000 deste ji şûşên ava pak berhem tîne.

Her 2000 deste ku her desteyek 12 şûşê avê tê de ye, di heyama 8 demjimêran de tê amadekirin, bi awayî jî, rewşa berhemên kargehê ji bo xwedanên wê, ber bi başbûnê ve diçe û derfetên kar ji bo karkeran roj bi roj berferehrtuir dibe.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket