Li Rojava pênûs jî berxwedidê ... Îbrahim Mûrad
kurdistani 10:55 PM - 2017-12-06Îbrahim Mûrad
Heger Mirov serdana kijan welat î bike ,destpêkê rast coreyên Ragihandina wî welatî tê . Êdî ger ku mirov Rojnam ,Televsion ,Radiyo gûhdarî bike Êdî Asta çivaka wî welatî ya Siyasî ,hûnerî û zanyarî diyar dibe .çengî Ragihandin li seranserî cîhanê rolekî pir mezin ,û girîng dilîze hew jî xwedî bendorekî sereke ye. yek ji erkên Karê Ragihandin ê herî sereke pêşxistina çivak û perwerdekirina gel û zêdekirina asta zanabûnê ye.
Di nav 7 saliya min di karê Ragihandin ê de ez Pir geriyam ,min gelek welat û war dîtiye .li dûnyayê Rojnamevantî wek e Sultaya çaremîn tê naskirin lê li Rojavayê Kurdistan ê .Rojnamvantî tê wêtaya xwe Şoreşgertî heger mirov bixwezê behsa Şoreşa Rojava bikê divê Rola Rojnamageran jibîra nekê .
Go Mero derbasî yekemîn sînora Rojavayê Kurdistanê dibê berhem û Serkeftinên Şoreşê mîna Rojê diyar dibin .ji xwe mirov nikarê Qet xeyal bikê çiqasî berxwedan, Qehremantî hatiye kirin .lê beşek sereke ji bingeha Şoreşa 19 Tîrmehê mixabin hîna windaye , heger ez nexwezim bêjim winday e jî , ezê bêjim Rêveberiya Xweser a Demokart ya ku yek ji berhemên vê
Şoreşê ne mafê vê xebatê xwariye .
Endamên Ragihandina Rojava bi giştî keseyatên xwe yê diyar û vaşaritî ,ji destpêka Şoreşa 19 Tirmehê û ber bi Berxwedana ,hersê herêman û tevehiya bakûrê Sûriyê Rolek Pir mezin û gelek girîng û sereke lîstin û bi rastî bibûn beşek esasî ji berxwedanê .
ji xwe Rojnemegerên rojava bi Hemû derfet û Energyo xwe yi mezin tevlî refên Şoreşê bûn û ji bona heqîqeta berxwedan û Qehramtiya hatî kirin ji Çîhan û dûnyayê re bidin naskirin Jiyana xwe xistin xetariyê de û bi gelek Şehîdên mîna Rojnemeger Mazlûm bagok ,Mustafa Mûhamed ,Dilîşan Îbiş û gelek rêhevalên wan bibûn Qurbanê Heqîqatê .
Li ser Hemû zehmetî û tunebûnê ê ku Ragihandin a rojava jiyankirî ,Lê bi awayek pir mezin ev kar pêşket û bû hêzek î him di qada leşkerî ,him di qada siyasî û civakî de çihê xwe digirê .
Bi kurt û Kurmancî: Heger mirov bixwezê civakek Azad û demokrat ava bikê divê mirov bizanibê çawa ragihandin eyar û rêxistin bikê çengî di dema heyî de êdîna şer , ne tenê şerê çakdariye ye, lê belê şerê herî dijwar û girîng îroj şerê Fikir û Îdolujî ye . jiber wê yekê jî eger em bixwezin behsa Şoreşa Rojava bikin ,him serkeftinên wê ,him jî berhemên wê yi giran divê mirov Ragihandin û rojnemegerên ê ku bi pênûsên xwe berxwedanekî mezin kirin wen jibîra nekê .di dewiyê de ez çiqasî behsa rêhevalê xwe bikim , çiqas jî bêjim û çendî jî ser binivisînim hindik e
Nivîskar; Îbrahim Mûrad
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
10:10 PM - 2024-04-19
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Pêşxistina mûçeyên karmendan pêwîstî bi erêkirina Bexdayê heye
Kurdistan 12:03 PM - 2024-04-20