Xwedanên matorên kerebê xwepêşandan kirin

kurdistani 06:32 PM - 2017-12-06
Xwedanên matorên kerebê xwepêşandan kirin

Xwedanên matorên kerebê xwepêşandan kirin

Xwedanên matorên kerebê ên li bajarê Silêmaniyê, xwepêşandan kirin.

Îro roja çarşemê 6-12-2017`an li bajarê Silêmaniyê xwedanên matorên kerebeyê, ji ber nebûna mazotê, dest bi xwepêşandanê kirin û daxwaza wan ew bû ku rêveberiya Silêmaniyê bersiva wan bi kirdarî bide.

D wê barê de, serokê komelaya berevaniya li xwedanên matorên kerebê li bajarê Silêmaniyê Tariq Semîn ji PUKmedia`yê re ragihand ku piştî ku me dest bi xwepêşandanê kir û me daxwaza mafên xwedanên matoran kir ku pêwîste bi zuhtirîn dem mazot ji bo matoran bête peydakirin, piştî ku me 2 demjimêran hemû matorên kerebê li Silêmaniyê vemirandin, rêveberiya Kerebeya Silêmaniyê soza peydakirina mazotê da.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket