Enwer; Postên girîng li cem rojnamevanan girînktirin

kurdistani 03:48 PM - 2017-12-04
Karwan Enwer û Heval Ebu Bekir

Karwan Enwer û Heval Ebu Bekir

Karwan Enwer di belavokekê de ragihand; Postên girîng li cem rojnamevanan girîngtirin û sadetirin.
Sekreterê Sendîkeya Liqa Silêmaniyê yê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê Karwan Enwerdi barê wergirtina heval Ebu Bekir posta parêzgariya Silêmaniyê de belavokek weşandiye ku tê de bi navê tevahiya rojnamevanên sinorê Silêmaniyê pîrozbahiyê li heval Ebu Bekir dike û ev jî deqa wê ye;

Rojnamevanek bû bi parêzgarê Silêmaniyê.
Dr. Heval Ebu Bekir endamê kara ya Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan liqa Silêmaniyê û rêpêdayî liqa me di dadgeha Silêmaniyê de ji bo berevanî li keysên medya û ragihandinan, îro roja duşemê 4-12-2017`an wek parêzgarê parêzgeha Silêmaniyê dest bi kar kir.

Bi navê tevahiya rojnamevanên sînorê me, em xweştirîn pîrozbahiyên xwe arasteya Dr. Heval Ebu Bekir dikin ku îro bi spasî ve, wek endamekî pabend bi erk û mafên sendîkeya Rojnamevanan karên xwe bi cî aniye û rabuye wek rojnamevanek şareza li dadgeha Silêmaniyê ku rê pêhatiye dayîn derbarê keysa rojnamevanan nêrînên xwe pêşkêş bike ku dadwaran ji me xwestine.

Ji ber wê yekê em dilxweş in û geşbînin bi Dr. Heval Ebu Bekir, bi heman awayî wek berevankarekî zehmetî rojnamevbanan dimîne û keşûbaya azadiya medyakaran li navçeyê de heye, bi wergirtina vê postê, ewna xweşiktir dibin û geşetir dibin û azadtir dibin û çavên me li pênûsa wan rojnamevanên Kurdistane ku Silêmaniyê wek mêrgê kesik bi gotin û raderbirîn û azadiya mediya xweşiktir bikin û her weke berê jî me şanazî bi wê azadiyê kiribû.
Carekî din em pîrozbahiyê li vî rojnamevanê liqa Silêmniyê dikin ku postên girîng li cem rojnamevanan girîngtir û sadetir in.

Sekreterê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê
Karwan Enwer

 Li cihê tevahî rojnamevanên hevpîşeyên Dr. Heval Ebu Bekir

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket