Piştî 1’ê Kanûna bê dê ne wek ya berê be!-Şêrwan Yûsif

kurdistani 05:22 PM - 2017-11-24
Piştî 1’ê Kanûna bê dê ne wek ya berê be!-Şêrwan Yûsif

Piştî 1’ê Kanûna bê dê ne wek ya berê be!-Şêrwan Yûsif

Dijminên gelê kurd, bi armanca biçûkxistina kesayeta kurd û reşkirina mejiyê wan, hertim jê re gotine:“Tu ne tişt î û tu yê nebî tiştek jî, Kurd perçe ne, ne xwedî proje ne, belawela ne, eşîr, komik, çiyayî û partîkok in, leşker in lê ne siyasetmedar in..”!

Lê Tevgera Azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Ocalan, ku di pirsgirêkên civaka Rojhilata Navîn kûr bû û xwe ji diyardeyên ku dagirkerên Kurdistanê û sermayedarên cîhanê di “Mejiyê Rojhilatî” de çêkirine, ev terazû da guhertin.

Tevgereke xwendevan, şîrovekar, hişmend, xwedî stratejî û pragmatîk karîbû xwe ji wan diyardeyên kilasîl ên weke “Neteweperestî, Olperestî û yekrengiya civakî..” daweşîne û bendên li ser mejî rake.

PKK-Ocalan, Kurdê ketî, nexweş, jixwenefretkirî, xwereşkirî, bixwenebawer, tirsonek û nezan ji hemû diyarde pêvekên ku ji derve ve pê ve bûne, dawerivandin û nimûneyeke nû ya bixwebawer a “xwebûyînê” derxiste holê.

Rojavayê Kurdistanê jî berhema Ocalan a 20 salan û bi hezaran şehîdên azadiyê ye ku îro dibe nimûneyek ji demokrasî, wekhevî û dadmendiya civakî. Şaristaniya ku di serdemên berê de ji vir hate dizîn û li “rojavaya sermayedar” hate boyaxkirin, careke din bi “Rojavaya Ocelanî” re vedigere “Mezopotamyaya pêşeng”.

Kurd îro ne tenê leşker, lê belê bi perspektîfeke siyasî ku koka wê ne li ser“Zemîna Satrancê” ya Emerîkayî û Rûsyayî, ne jî di projeya wan a Oqyanûsî de ye, lê belê koka wê Qendîl û Îmralî ye û nexşerêya wê jî “Neteweya Demokratîk” e.

Kurd li vir xweser û pêşeng in. Nûmûneya herî mezin a ku li cîhanê deng veda jî şerê dîrokî yê Kobanê bû ku ji “nuqteya sifir” a taxa “Kaniya Kurdan” li bajarê Kobanê weke berxwedana “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk” dest pê kir û heta “Çerxerêya Neîm” a bajarê Reqqayê (200 km başûrê bajarê Kobanê) mezin bû û weke “Federaliya Demokratîk” bi ser ket, pêşengiya “Kurdê Nû” yê “XWE” tekez kir.

Bajarê Reqayê bi pêşengiya Kurdan, bi rakirina wêneyê Ocalan li navîna Reqayê di Cotmeha borî de, gava yekem a ber bi avakirina Sûriyeya Fedaral ve avêt.

Bêguman rizgarkirina Reqayê ji aliyê QSD’ê ve ne bi çavkoriyeke leşkerî, lê belê ji ber xwendineke siyasî û pradîgmayeke Kurd a zîrek hat, ku hemwextî pêşketina şervanên QSD’ê ber bi Reqayê ve, reşnivîsa “Federaliya Demokratîk” dihat amade kirin. Di Tîrmeha borî de şêwazê birêvebirinê ji aliyê hemû pêkhate û bi “pêşengiya Kurdan” hate eşkerekirin. Di Îlona borî de jî hilbijartinên komînan pêk hatin. Di Cotmehê de jî wêneyê Ocalan li Reqayê bilind bû. Û niha jî dê di 1’ê Kanûna bê de hilbijartinên “Herêmên Federal” ev proje derbasî “qonaxeke nû” bibe.

Li gor agahiyan jî niha amadekariya rêveberiyeke giştî ya li ser asta Sûriyayê bi tevlêbûna hemû “gelên Sûriyayê” û bi “pêşengiya Kurdan” tê kirin.

Bi kurt û kurmancî, ev “stratejiya Kurd” a ku xwe ji diyardeyên paşverû û kilasîk dawerivandiye, îro ji bo “Rojhilata Navîn a nû” dibe rastiyeke berbiçav.

1’ê Kanûnê jî em derbasî “Qonaxa Nû” dibin!
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket