‘Divê gelê Kurdistanê bi hêza xwe bawer be, Efrîn wê ji Tirkiyê bibe goristan’

kurdistani 03:30 PM - 2017-11-22
Murad Kareyilan

Murad Kareyilan

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku divê gelê Kurdistanê destpêkê ji xwe û hêza xwe bawer be û got:”Dewleta Tirk wê bişikê. Efrîn wê ji dewleta Tirk re bibe goristan.”

Karayilan got, tevî ku Şirnex di nava sînorên fermî yên Tirkiyeyê de ye jî dewleta Tirk nekarî salekê bikeve nava Şirnexê û diyar kir, eger hewl bide Efrînê dagir bike, wê mîna hewldana DAIŞ’ê ya li Kobanê lê were. Mûrat Karayilan destnîşan kir ku tevî her tiştî jî divê gelê Kurd bi taybetî gelê Efrînê xwe baş amade bike.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, salvegera damezrandina PKK’ê û bûyerên di rojevê de ne, di bernameyeke taybet a Stêrk TV de nirxand. Karayilan bi taybetî li ser dijminatiya dewleta Tirk a li Rojvayê Kurdistanê, êrîş û amadekariyên nû yên ji bo dagirkirinê rawestiya. Mûrat Karayilan teza dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP’ê bi bîr xist ku dibêjin, ‘Kêm maye Kurdistana mezin ava bibe, Kurdistana mezin tê wateya Tirkiyeya biçûk. Hindik maye ku Kurd di ser Efrînê re xwe bigihînin deryayê. Wê wextê wê Kurdistana mezin ava bibe’. Karayilan bi bîr xist ku Erdogan herî dawî ji bo Efrînê got, ‘Em ê wê derê ji PYD’ê paqij bikin’ û anî ziman ku mebest ji vê gotinê, paqijkirina wê derê ji gel e, tunekirina gel e. Karayilan diyar kir ku gelê Efrîna baş zane; destwerdana dewleta Tirk a li Efrînê tê wateya destwerdana li rûmeta tevahiya Kurdan.

Şer tenê li Efrînê namîne

Mûrat Karayilan got, çawa ku dema dewleta AKP’ê bi destê DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir gelê Kurdistanê li çar parçeyan rabû ser piyan, wê ji bo Efrînê jî heman helwest hê bi xurtî were nîşandan û wiha dewam kir: “Şer wê bibe şerê Kurd û dewleta AKP’ê. Li ku derê? Ne tenê li Efrînê, wê li hemû deran şer bibe. Jixwe ew jî dixwazin di şexsê gelê Efrînê de civaka Kurd bişkînin. Ji bo vê dixwazin destê xwe dirêjî Efrînê bikin. Yanî ev, wekî gelê Kurd di navbera me û dewleta Tirkiyê de wê şerekî stratejîk be. Çawa ku li ser Başûr destdirêjî kirin, ewqas dijûn kirin, bi heman awayî niha dixwazin li Efrînê jî wisa bikin. Ev dewleta Tirkiyê wekî decalekî ketiye holê. Ne tenê dixwaze Kurdên di hundirê sînorê xwe de bindest bike; yan bi xwe, yan jî bi rêya hevalbendên xwe dixwaze hemû Kurdan bindest bike.”

Dewleta Tirk wê li wê derê bişikê

Karayilan ji gelê Efrînê xwest ku ji xwe, ji hêza xwe bawer be û destnîşan kir ku pişta Efrînê xurt e. Karayilan got:”Em ê tevî hemû hêzên demokrasîxwaz li pişt wan bin û dewleta Tirk wê li wir bişkê. Efrîn wê ji bo dewleta Tirk bibe gor. Ev heqîqetek e; çawa ku Kobanê ji bo DAÎŞ’ê bû destpêka ketinê, Efrîn jî wê ji bo dewleta AKP’ê bibe destpêka ketina rejîma wan. Niha yek aliyê xwe ev e. Em wekî Kurd û wekî xelkê Efrînê divê xwe baş amade bikin. Ne wekî ku dike were, na. Vê dewletê nikaribû salekê biketa Şirnexê, wê çawa bikeve Efrînê! Şirnex di nîva wan de ye. Wisa taqeta xwe tune ne, hêza xwe nîn in. Ma ne em her roj bi wan re şer dikin, ew bi me nikarin. Pêwîste însanên me bi vê bawer bikin.”

Wê were wê wateyê ku Rûsyayê êrîş kiriye

Karayilan işaret bi asta navneteweyî ya şerê li Sûriyeyê kir û got, eger dewleta Tirk êrîşî Efrînê bike ev ê were wê wateyê ku Rûsyayê erê kiriye; yanî ev ê ne êrîşa Erdogan ê faşîst be, ev ê bibe êrîşa Rûsyayê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got, “Ez hêvî dikim birêz Pûtîn nekeve vê planê. Hêviya me ji rêveberiya Rûsya ev e. Divê rêveberiya Rûsyayê vê baş bizanibe” û wiha dewam kir: “Hewldana wan a dixwazin li Sûrî hinek tiştan ava bikin heye, em wate didin vê û tiştên baş in. Dixwazin baş bikin. Lê bi taybetî Platforma Astana ya bi Tirkiyê û Îranê re tê birêxistinkirin; armanca Tirkiyê ew e ku, di wê platformê de qirkirinê bi Rûsya re jî bide qebûlkirin û Îranê jî beşdar bike. Yanî siyaseta Erdogan siyaseta qirkirina li ser gelê Kurd e. Ma ne me dît çawa referandûma li Başûr kirin wesîle û çawa êrîşî Başûrê Kurdistanê kirin. Gotin, ‘Iraq pêşî lê negire, em ê bigirin’.

Bi kurtahî ev dijminatiya gelê Kurd dikin. Rûsya niha dixwaze dostaniya gelê Kurd qezenc bike. Eger dixwaze dostaniya gelê Kurd qezenc bike, divê rê nede dewleta Tirk ku wisa destdirêjiyê bike. Wekî min got, ger destdirêjiyê li ser Efrînê bike, ev tê wateya ku destdirêjî ne dewleta Tirk kiriye; Rûsya kiriye. Yanî gelê Kurd wê wisa fêm bike, cîhan hemû jî wê wisa fêm bike.”

Karayilan bal kişand ser firîna balafirên keşfê yên Tirk ên li ser ezmanê Efrînê û diyar kir, ev yek nîşan dide ku Rûsya ji bo avakirina zemînekê destûra firîna keşfê daye. Karayilan bi dewamî got, “Lê ev ne kiryarek dostanî ye. Wê derê axa Sûriyê ye, gelên Sûriyê li wir in. QSD hêzeke ku ji bo tevahî Sûriyê tevdigere. Tu niha rabî, li hêlekê bibêjî, ‘Ez ê Sûriyê ji nû ve ava bikim, kongreya gelan çêbikim’, li aliyê din jî bi hêzek wisa destqirêj, dest bi xwîn, qetlîamger û dixwaze siyaseta qirkirinê li ser Kurdistanê bimeşîne re bibî şirîk û destûr jî bidî ku ew werin destdirêjiyê bikin, ev şirîkbûna bi wana re ye. Ji bo wê pêwîste di vê xisûsê de her kes bi berpirsyar nêz bibe. Em hêvî dikin birêz Pûtîn jî, hemû rayedarên pêwendîdar jî wê nekevin wê bela û qirêjiyê. Ev bela û qirêjî dijminatiyek e li hemberî daxwazên gelê Kurd ên azadiyê ye. Divê nekevin nav.”

Paşeroja wê ya gelan be

Karayilan destnîşan kir ku gelê Kurd dixwaze Sûriyeyeke demokratîk û wekhev a nû ava bike, li ser bingeha sîstema federal dixwaze hevgirtineke ji dil biafirînin, lê belê Erdogan dixwaze Sûriyeyê bixe bin kontrola xwe. Mûrat Karayilan diyar kir ku xeyala ‘Em ê li mizgefta Emewî ya li Şamê nimêjê bike’ û hemû planên din ên Erdogan bi saya Şoreşa Rojava hatine têkbirin û got, ji ber vê yekê Erdogan bi hêrs û kîneke mezin êrîşî Kurdan dike. Karayilan wiha dewam kir: “Ew di siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn de bi bin ketin. Di siyaseta xwe ya Sûriyê de bê encam man û di siyaseta xwe ya Rojavayê Kurdistanê de jî qet encamê nagirin. Ji bo wê çi paşeroja wan tune ye. Paşeroj a gelê Kurdistanê ye, ya gelên Sûriyeyê ye. Paşeroj a gelan e, ne ya hêzên dagirker ên faşîst e.”

PUKmedia-Stêrk TV

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket