Seed Hedîsî qebûlkirina biryara Êraq betalkirina Referandûmê ye

kurdistani 10:27 AM - 2017-11-16
Seed Hedîsî qebûlkirina biryara Êraq betalkirina Referandûmê ye

Seed Hedîsî qebûlkirina biryara Êraq betalkirina Referandûmê ye

Berdevkê Serokwezaretiya Iraqê Sed Hedîsi, daxuyaniya Hikumeta Herêma Kurdistanê ya ku biryara "Mafê ti pêkhateyê nîne ku veqete" ya Dadgeha Federal Êraqê qebûl dike, nirxand. Hedîsi destnîşan kir ku qebûlkirina vê biryarê tê wateya betalbûna referandûmê.

Hedîsi diyar kir ku ew li benda avêtina gavên pratîkî ne û got, "Dadgeha Federal a Iraqê biryar li ser referandûmê da. Bi vê biryarê re ne parçebûna Iraqê lê yekparebûna Iraqê hate parastin. Qebûlkirina biryarê tê wateya betalbûna referandûmê. Em bi vî rengî lê dinerin. Em li bendê ne ku hin gavên pratîkî bên avêtin. Diyaloga siyasî divê piştre dest pê bike."
 

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket