Apê pakrewanekî YPG`ê û peyvên watedar

kurdistani 04:28 PM - 2017-11-12
Wêneya şehîd Delîl dema li Silêmaniyê û yê Newaf Xelîl

Wêneya şehîd Delîl dema li Silêmaniyê û yê Newaf Xelîl

Çend peyvên rojnamevan Newaf Xelîl derheqê pakrewanê doza kurd û Kurdistanê şehîd Delîl Xelîl de...

Şehîd Delîl e..
Kurê birayê min bû, yê ku îro di şerê azadkirina Dêr Zorê û jiholrakirina tarîtrîn hêza mirinê „DAIS“ de şehîd ket.
Ciwanê min Delîl e, yê ku min beriya çend rojan xatir jî xwest û ew bi kenekî şêrîn û şermok destê min hêjand.
Delîl kurê birayê min Mihemed. Ez xemgînim. Gelekî xemgînim ji ber vê xeberê. Xemgînim ji ber ku carek din nema te dibînim. Carek din nema di çirûska çavên te de bihna apê te Mecîd dikim. Nema destê te dihejînim, hêz û moralê jê digrim..
Delîl, ez xemgînim ku îro lehengek û şoreşgerekî mîna te ji nav me bar kir. Şoreşgerekî ku jiyana xwe fedayî mirovayetî kir. Bi rihê xwe mirovnî ku ew wan nas nake, ji mirin û tarîstanê xelas kir.
Dizanim Delîl ku te naxwaze ez xemgîm û bi keser bim. Te naxwaze hêsirên min bibîne. Lê te û hevalên xwe nobedarên xewnên me bûn, ezê çawa karibim dema xatirxwestina we nobedarên xewn û hêviyan, xemgîn nebim?.

Newaf Xelîl

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket