Stenbol: 2 zarokên Başûrê Kurdistanê hatin dîtin

kurdistani 01:03 PM - 2017-11-07
Stenbol: 2 zarokên Başûrê Kurdistanê hatin dîtin

Stenbol: 2 zarokên Başûrê Kurdistanê hatin dîtin

Li bajarê Stenbolê 2 zarokên Başûrê Kurdistanê ku wndabibûn, hatin dîtin.

Li Bajarê Stenbolê ya Tirkiyê, 2 zarokên ji Başûrê Kurdistanê, ji aliyê nûnerê Federasyona Giştî ya Penaberên Êraqê li Tirkiyê Kurde Qesab ve hatine dîtin ku ji malbatên xwe hatibûn wundakirin.
Di wê barê de, serpereştyarê giştî ya Federasyona Giştî ya Penaberên Êraqî Arî Celal  ji PUKmedia`yê re ragihand ku nûnerê Federasyona Giştî ya Penaberan Kurde Qesab ew agahdarkirine ku ev hefteyeke 2 zarokên xelkê Pîremegronê ya ser bi Silêmaniyê ku ji dayîk û bavên xwe hatibûn qutkirin, ji aliyê kesekî xêrxwaz ve hatine dîtin û radestî wî kirine.

Arî Celal di daxuyaniya xwe de aşkire kir ku ji bo ku malbata wan zarokan zarokên xwe werbigrin, dikarin bi riya peywendîkirin ligel serpereştyarê giştî ya Federasyona Giştî ya Penaberên Êraqî li Silêmaniyê bikin tako karûbarê wergirtina zarokan ji wan re bête esankirin û ew zarok li cem Federesyonê parastîne.
Navên her du zarokan ev in;

Alan Ibrahîm Seîd navê jidayîkbûna 2002 ye û dayîkê Zeyneb Seîd e.
Elend Ibrahîm Seîd jidayîkbûna 2008 û navê dayîkê Zeyneb Seîd e.
Ev jî telefonên peywendîdar in.

Ev jimare 07501730707 ya Arî Celal Serpereştyarê giştî ya Federasyonê li Silêmaniyê
Ev jî +905314001515 ya Kurde Qesab nûnerê Federasyona Giştî ya Penaberên Êraqê li Tirkiyê ye.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket