Helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember budceya Îraqê a sala 2018ê

kurdistani 07:39 PM - 2017-11-06
Helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember budceya Îraqê a sala 2018ê

Helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember budceya Îraqê a sala 2018ê

Birêz Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqa Federal tekîd li ser wê yekê kiriye ku welatiyên Herêma Kurdistanê hevwelatiyên derece yek in û ew rê nade ziyan bi wan bigehe û berheviya hikûmeta federal jî nîşan daye ku miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê bide.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li vê destpêşxeriya/insiyatîva birêz Ebadî ya ji bona dabînkirina şayîsteyên darayî yên miaşgirên Herêma Kurdistanê, dike. Hijmara miaşgirên Herêma  Kurdistanê 1249481 miaşgir in ku ji bo her mehekê  897 milyar û 500 milyon dînar  jê re lazimin.  Ev hijmara miaşgirên herêma Kurdistanê li gor sîstema Byometry hatine qeyd kirin:

108 milyar dînar ji bo miaşê 244656 teqawîdan

38.5 milyar dînar ji bo miaşê 96053 malbatên şehîd û enfalkiriyan

30 milyar dînar ji bo miaşê  159000 kêmendaman û çavdêriya civakî

455 milya dînar ji bo miaşê 483307 karmendan (tevî polîsan)

266 milyar dînar ji bo miaşê 266456 pêşmerge û hêzên asayîşê

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê daxwazê ji Civata Wezîrên Îraqa Federal dike ku reşnivîsa pirojeya budceya Îraqa federalî a sala 2018ê pesind neke ku ji aliyê wezareta darayî ya hikûmeta Îraqê ve bê beşdarîpêkirina Herêma Kurdistanê hatiye amade kirin, ji ber  van xalên li jêr, pesind neke:

1- Ji sala 2003ê were ev yekemîn care di reşnivîsa yasayê de terma destûrî (Herêma Kurdistanê) hatiye jêbirin û li şûna wê terma (wîlayetên ser bi herêma Kurdistanê) bikar hatiye, ev jî  bi awayekî eşkere binpêkirina benda (yekem) ji madeya 117ê û benda (yekem) ji madeya 121ê a destûra Îraqê ye ku îtîraf bi Herêma Kurdistanê û desthilatên wê weke herêmeke federal û mafên bicîkirina desthilatên yasadanîn û bicîkirin û dadperwerî  bi Herêma Kurdistanê daye, ne weke wîlayet.

2- Kêmkirina pişka budceya Herêma Kurdistanê ji bo yekemîn car ji sala 2005ê were ji rêjeya 17% ji bo rêjeya 12.6% ev jî binpêkirina benda (sêyem) ji madeya 121ê a destûra Îraq ku pêwîste li ser hikûmeta federal bi awayekî dadperwerane ji dahatiniyên federalî pişka Herêma Kurdistanê berdest bike li gor nifosa Herêma Kurdistanê, ji ber ku heta niha li Îraqê tu serjimêrî  yên sertaserî nehatine kirin, bi lihevhatin û rêkeftina her du aliyan rêjeya nifosa Herêma Kurdistanê 17% ji nifosa Îraqê destnîşan kiriye û li ser vî esasî ev rêjeye her sal di yasaya budceya Îraqê de hatiye tesbît kirin, her çiqas Herêma Kurdistanê tu carî bi fiilî ew rêjeye wernegirtiye, jiber zîdebûna ber bi çav ya salane ya xerciyên siyadî bê ku Herêma Kurdistanê tu rolek di destnîşankirina wan xerciyan de hebe  yan pişka xwe jê wergirtine. Kêmkirina pişka budceya Herêma Kurdistanê tu bingehên destûrî jê re nînin  û li dijî wê lihevhatin û rêkeftina hevaş e.

3- Pêdana desthilatên dîrekt bi wîlayetên Herêma Kurdistanê di yasaya budceya federalî de û serederîkirin bi wîlayetên Herêma Kurdistanê re weke wîlayet, ne weke herêm, li dijî benda (yekem) ji madeya 117ê û benda (yekem) ji madeya 121ê a destûra Îraqê û serederîkirin bi Herêma Kurdistanê re weke her wîlayeteke din ya Îraqê, ne weke herêmeke federal  li gor destûra Îraqê îtîraf pê kirî, binpêkirina destûrê ye.

4- Benda (çarê) ji madeya 126ê a destûra Îraqê, rê nade desthilatên destûriyên Herêma Kurdistanê ji aliyê desthilatên federalî ve bên kêmkirina yan tixûbdar kirin, heta destûr rêgiriyê jî ji verastkirina destûrê ku bibe sedema kêmkirina desthilatên Herêma Kurdistanê, dike.

5- Tevî dubarebûna kêmasiyên salên berê di reşnivîsa yasaya budceya federalî ya sala 2018ê de, niha ev xalên cewherî yên nedestûrî yên li jor  jî zêdebûne.

Li ber ronahiya ew madeyên destûrî yên li jor, û bi taybetî jî birêz Ebadî bi berdewamî di daxuyanî û peyamên xwe de îşaretê bi serweriya destûra Îraqê û ziyannegihandin bi welatiyên  herêma Kurdstanê dike. Daxwazê ji Civata Wezîrên Îraqa federal dikin derfetê ji bo destpêkirina danûstandinan digel Civata Wezîrên herêma Kurdistanê bide ji bo dariştina reşnivîsa yasaya budceya federalî li ser bingeha destûr û dabînkirina pişka dadperwerane ya Herêma Kurdistanê.

Civata Wezîrên herêma Kurdistanê
01.11.2017
PUKmedia-KRG

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket