Generalê Amerîkî Dillon: PKK ne Marksist e Demokrat e

kurdistani 05:31 PM - 2017-11-04
Generalê Amerîkî Dillon: PKK ne Marksist e Demokrat e

Generalê Amerîkî Dillon: PKK ne Marksist e Demokrat e

Di televizyona Elmanî ya ARDê de, derbarê têkiliyê Amerîka û PKKê de bernameyeke balkêş hate weşandin. Di bernameyê de Serfermandarê hêzên Amerîkî li Sûriyeyê General Raymond Thomas re hevpeyvîn hate kirin. Generalê Amerîkî qebûl kir ku bi ‘hevpeymanî'ya wan bi PKKê re heye û diyar kir ku, "Ez ji PKKê re nabêjim Marksîst e, ez dibêjim demokrat e."

Di bernameyê de hate diyar kirin ku nav biguherin jî (YPG, HSD) Amerîka dizane ku tevahiya wan PKK ye û ev yek ji aliyê Amerîka de baş tê zanîn. Generalê Amerîkî qebûl kir ku li hemberî têkoşîna bi DAIŞê re ‘hevpeymanî'ya wan bi PKKê re heye.

Li ser pirsa rojnamegerekî, ‘Qey PKK ne rêxistineke Marksîst e?' General diyar ku wan pêşniyarî wan kiriye ku ew navekî din li xwe bikin û got, "Ez ji wan re nabêjim Marksîst, ez ji wan re dibêjim demokrat."

Di hevpeyvîneke ku bi berdevkê Artêşa Amerîkayê li Sûriyeyê Ryam Dillon re hatiye kirin de li ser pirsa, "We kîjan çek dane kurdan?" Genaral got, "Hema bê hemû çek." Û wiha pê de çû, Berdevkê artêşa Amerîkayê li Sûriyeyê Dillon parast ku, "Girîngiya çepgirîya PKK tune ye û got lewra di eniya şer de cudahî namînin"

PUKmedia-sputniknews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket