Dilîşan Îbiş û Ezmûna Radyoya Kobanê

kurdistani 04:08 PM - 2017-11-04
Dilîşan Îbiş û Ezmûna Radyoya Kobanê

Dilîşan Îbiş û Ezmûna Radyoya Kobanê

2013 bû, em komeke xwendekar li Kobanê bûn û me dixwest weşana radyoya Dengê Kobanê dest pê bikin. Ne ezmûn, ne zanabûneke radyowerî û ne jî teknîkeke xurt. Hew çend xwendekar û şoreşeke giran û mezin ku têra temenê me yê biçûk û hestiyên me yên terr nake hebû.. Hew hêviyeke mezin, eşqeke mezin û îradeyeke Ocalanwerî em li ser pêyan ragirtibû û pişta me xurt kiribû.

Dilîşan jî yek ji me bû...

Beriya çend rojan Dilîşan Îbiş li Dêra Zorê gihîşt asta şehadetê. Gav bi gav bi şervanan re bû. Bîr, xeyal, awir û coşa wê bi xwîna şervanan re kelijîbû. Wek çawa şervanan bi qehremaniya xwe aramnc dikirin ku xelkê li wê herêmê rizgar bikin, ruh dabûn pêşiya xwe û xwîn xistibûn kefa destê xwe û hew azadiyê ew ber bi pêş ve didehifandin, Dilîşan jî weke wan bû, guh çav, deng û asoya wan bû, ku her kes bizanibe çi li ser vê xaka bi qirêjiya DAIŞ’ê qirêj bûye çi dibe û çi nabe...

Dilîşan yek ji wan hevkarên me yên herî çalak û bi-israr bû, ne li akademiyên ragihandinê û ne jî bi teknîkeke xurt, lê belê di nava hewaya Şoreşa Rojava de çêbû.

Belkî li her derê şoreş, şer û guhertinên mezin çêdibin û ji aliyê rojnamevan û dezgehên ragihandinê ve tên şopandin, lê li Rojava rewş cuda bû. Şoreşa Rojava rojnamevan û ragihînerên xwe çêkirin, şoreşa Rojava derfet û saziyên xwe bi xwe çêkirin. Xwîna Dilîşanan bû qeymax û çermên şoreşê şidandin.

Herî dawî, em çûn Kobanê li mala Dilîşanê me sersaxî ji malbatê re xwest, li bin konê sersaxiyê me behsa Dilîşan û bîranînên xwe yên pê re dikirin. Xalê Dilîşanê, Zûhat Kobanê, got dema ku hûn li radyoya Dengê Kobanê bûn, Dilîşanê telefon min dikir û digot: “Xalo qantorên me yên telefonê nîn in, em dixwazin hûn beşdarî radyoya me bibin lê divê hûn li me bigerin, derfetên me nîn in!”.

Bi wan kêmderfetiyan, gav bi gav bi şervanan re bû.

Dilîşan Îbiş weke nûçegihana ajansa Hawarê li gel hevalê xwe û xebatkarê Ronahî TV şehîd Mistefa Mihemed, gav bi gav azadbûna herêma Kobanê şopand û pişt re gav bi gav bi şervanan re berê xwe dan Minbicê. Li vir Mistefa Mihemed şehîd bû. Dilîşanê karê Mistefa domand. Li Tebqayê bi Xerîb Welat re bû, Xerîb şehîd bû û Dilîşanê karê Xerîb domand. Dilîşanê, Pêngava Rizgarkirina Reqqayê gihand dawiyê, berê xwe da Pêngava Bagera Cizîrê û li wir bi hevkarê xwe Hogir Mihemed re şehîd bû. Rojnamevan Rizgar Denîz jî birîndar bû. Siba Rizgar radibe û karê Dilîşanê didmomîne.

Şoreşa Rojava, rojnamevanên xwe çêdike û rojnamevan şoreşê çêdikin. Bi hev re dibin yek û ranawestin..
Nivîskar; Şêrwan Yûsiv

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket