Roja cîhanî ya piştgiriya li Kobanî

kurdistani 03:06 PM - 2017-11-01
Roja cîhanî ya piştgiriya li Kobanî

Roja cîhanî ya piştgiriya li Kobanî

3yemîn salvegera Roja cîhanî ya piştgiriya li Kobanî li gelê Kurd pîroz be.
3 sal berê di rojeke wek îro de, 01.11.2014`ê ji bo pejirandina Roja Kobanî ya cîhanî li gelek bajarên Kurdistan û gelek welatên cîhanê ji bo piştevaniya Kobanî kurdistaniyan dest bi xwepêşandanan kir û piştgiriya xwe ji bo pêşmerge û şervanên Kobanî diyar kir.

Roja 1'ê Mijdarê, mirovên kurd û Kurdistanî û ên demokratîxwaz û aştîxwaz û mirovdost li tevahiya cîhanê rabûn ser piyan û destek û piştgirî dan berxwedana Kobanê ya bi serokatiya YPG-YPJ`ê birêve diçû.  Lê di encama wê piştîvaniyê de, encameke girîng derket holê ku ew bû, ew roj bû bi roja cîhanî ji bo nasandina berxwedana bajarekî girîng ji Kurdsitanê ew jî Kobanî ye.

Ji bo ji bîrnekirin û ji bo dîrokê min xwest ez nêrînên hinek leheng û siyasetvanên dilsoz di vê gotara xwe de bi cih bikim, her weha di hevpeyvîneke Taybet ya Dengê Emerîkayê ligel Fermandara YPG'ê ya Kobanê Narîn Efrînî ku di roja 8-12-2014`an de pêkhatibû de wiha dibêje; "DAÎŞ di şerê xwe li ser Kobanê endamên xwe yên herî perwerdekirî bi kar tîne, yên ku bi salan şerkirine. Ew bi piranîya xwe ne Sûrî ne, di milê stratejîya şer de pir çekên giran û cebilxane bi kar tîne û bi hevre ne ji noqteyekê tenê ji pir noqteyan bi hev re êrîş dike. Berî ku dest bi şer dike şerê pîskolojîk destpê dike û pir trombîlên bombebarkirî dipeqîne , taybetî dema ku ew zanibe wê têk biçe."

 Bi hezaran welatiyên Efrînê di Roja Kobanê ya cîhanê de, ya sala 01-11-2015`an de, li bajarê Efrînê birêveçûye, Bi dehezaran Efrîniyan û bi tevlêbûna şandeya Encûmena Rêvebir Encûmena zagonsaz û hemî serokên desteyan û kadroyên wê bi yek dengî di Roja Cîhanê ya Kobanê de dengê xwe bilind kirin û gotin: "Bijî berxwedana Kobanê, Kobanê ne bi tenê ye." Efrîniyan gotin Kobanê û dengê xwe gihandin tevahiya cîhanê. Di dawiya meşê de Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê navê şervanê YPG'ê Umer Girs ê ji Efrînê û li Kobanê jiyana xwe jidest daye eşker kir.

Her di wê xwepêşandanê de, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa ji bo roja cîhanî ya piştgiriya li berxwedana Kobanê, dazanîn; Hêzên paşverû dixwestin ku Kobanê bikin goristana Şoreşa demokrartîk a ku gelê Rojava daye destpêkirin.

Di berdewamiya axivitina xwe de, Şêx Îsa wiha got“ Lê belê bi lehengî û berxwedana Kobanê ev xwen û xeyalên wan bi bin ketin û Kobanê bû goristana çete û terorîstan.”

Bi destpêkirina berxwedana Kobanê ji aliyê YPG-YPJ`ê ve û destnîşankirina roja cîhanîm ya piştgiriya li berxwedana Kobanê ku di vê rojê de bû 1-11-2014`an bû, min gelek caran di gotarên xwe ên li aheng û xwepêşandanên girsayî de, bi azadî anîbûm ser ziman û min wiha di dibistana Kobanê ya li bajarê Silêmaniyê de anîbûm ser ziman; Ez bi boneya serkeftina berxwedana Kobanê ya dîrokî, pîrozbahî li tevahiya mirovahî û gelê Kurd û hemû şervanên YPG-YPJ`ê kir û spasiya pêşmerge û Eniya Kurdan û Burkan El-Firat û hêzên Nav Netewî bi taybet Emerîkayê û ev serkeftina îro bi destkefta tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Her weha ji bo malbatên şehîdan ez serxweşî dixwaz im û ji birîndarên berxwedana Kobanê re jî cansaxî dixwaz im.

Di berdewamiya axiftiina min de, li ser serdana min ya Kobanê û çawaniya rola zarokên Kobanê di berxwedana Kobanê de, min anî ser ziman û asta berxwedana YPG-YPJ  ku di wê dema zehmet de ku ne pêşmerge hebûn û ne jî hêzên navnetewî bi cedî lêdana DAIŞê nedikirin bi awayekî lê gelê me yê Bakurê Kurdistanê kok xewnedikirin û herdem zincîreyên mertalên zindî ango ji mirovan li derdoran bajarê Kobanê digirtin tako DAIŞ ji aliyê Tirkiyê ve êrişî bo ser YPG-YPJ`ê nekiin.

Gotara min bi navê serokê rêxistina Hawarê hat pêşkêşkirin, min tê de amaje bi rewşa zarok û xwendekarên dibistanên seretayî yê li Kobanê kir û werbêj kir digel xwendekarên dibistana Kobanê ko çawa zarokên li Kobanê alîkariya şervanên YPG-YPJ`ê dikirin û xwe li gorî rewşa aloz amadekiribûn, lê piştî serkeftina Kobanê, wê bi serbilindî vegerin xwendina xwe di dibistanan de û wê xwedî canê rihet û serfiraz bin.

Min di wê gotarê de, wiha ji şagirtên dibistana Kobanê re axifîm; Ji ber ku zarokên li Kobanê bi canekî mêrxwesî nêzîkî jiyanê bûn, îro bi serketin û pêwîste şagirtên Dibistana Kobanê li Silêmaniyê vê yekê baş nasbikin û girîngî bi xwendina xwe bidin û digel mamosteyên xwe hevbîr bin tako di xwendina xwe de serkeftî bin û ewv erkê her xwendekarekî vê dibistanê ye.

Lê min di dawiya axiftina xwe de, rola pêşmerge û hêzên hevpeymanên navnetewî bi girîng da nirxand û min spasî hemû ew hêzên alîkariya YPG-YPJê kirine kir, her weha spasiya rêveberê Dibistana Kobanê û mamosteyên wê dibistanê jî kir û cansaxî ji serok Mam Celal re xwest û digel spasiyeke taybet ku ew xwedî rolaeke mezin bû di piştîvaniya li şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû.


Derbarê şehîd Hozan Rojava çend peyveke min..

Ji bo derbasbûna 2 salan bi ser şehîdbûna şehîd Hozan Rojava li Kobanê, me careke din xwest ku vê gotarê dubare ji bo canê wî yê pak bikin. Gotara bi navê (Kena pakrewanekî li Kobanê)... Ew jî Hozan Rojava bû...

Bikene û her bikene rewanpakê doza mino..

Hozanê gelê mino pakrewanê doza mino Hozanê Rojavayê welatê mino her bikene...

Kena te jiyaneke nûh dide afrandin, têgeheke zelal di nava civaka welatê min de diweşîne û disepîne ey şoreşgerê parastina Kobanê....

Hozanî û partîzanî, kulîlka baxê welatê rojê yî ey Sîpanê leheng, te ji kena xwe ya sîrîn,rastiya parastina rengên jiyanê ava kir ey parêzerê doza rewa..

Min û Şêrwan Sherwan Qasim,lawê meta te xwest tebibînin û te bi telefonê ji wî re got werin ez li benda we me....

Mixabin roja ku me sînor derbas kir û em gihîştin nava Kobanê, deng û reng û dûmana teqînên terorîstî ber bi ezman ve çûn, lê me nizanîbû ku ew li dijî kena te ya şêrîn pêkhatiye.....

Kena lêvên te yên zirav ku bi avê Efrîna Bihişt hatiye avdan û şûştin, wê her dem li ber çavên me re here û were, wê bê bîhstin ku ev ken ne keneke normal bû, lê ew kena şoreşgerekî bû ku di berevaniya berxwedana Kobanê de şehîd ket.

Ew ken yê ciwanekî xweşdil û xweşbext bû ku di kelhaya berxwedanê de tevlî refên pakrewanên doza gelê Kurd ya rewa bû.

Hozan bû xwedî kena bi wate bû, Hozan Bû, xwedî lêvên zirav bi ken bû, Hozanê parastina rûmeta gelê me bû, ew Hozanê rasteqîne bû.

Xwezka min tu dîtiba, xwezka min kena te ji nêzîk ve bîhstiba, ey mêrxwesê Efrînî, ey lehengê Berxwedana Kobanî, ey lawyê qehremanê gundê Çolaqan, ey birazayê xaltîka min ya nemir xwedê jê razî Fewziye Şêxo, em te ji bîr nakin û tuyê herdem di dil û hizrên me de bê ey sembola ciwanên berxwedana Kobanê.

Lê mixabin em bi hêviya dîtina tebûn, lê pêrçemokên reşkujîk nehîştin ku em rûyê te yê xweşken bibînin.

Lê miabin em bi hêviya dîtina tebûn, lê pêrçemokên reşkujîk nehîştin ku em rûyê te yê xweşken bibînin.

Hozan Rojava ji bajarê Efrînê gundê Çolaqan Sîpan Mihemed Şêxo ku lawê xalê Şêrwan û Rowshan Qasim e di encama kiryareke xwekujî yêterorîstan de, di roja 20-10-2014`an li bajarê Kobanê tevlî karwana şehîdaên Kurd û Kurdistanê bû...

Hevalê ciwan Hozan Rojava bû mêvanê pakrewanên din, Şervan, Kendal, Arîn Mîrkan, Şîlan Kobanê, Berfîn Kobanê û hemû pakrewanên riya azadiya welatê rojê.......

Bijî Kobanê sembola berxwdana bi rûmet ya Kurdistanê...Paytexta lehengtiya şoreşgerên navnetewî...

Her bijî berxwedana efsaneyî ya herdu hêzên şoreşger yên Rojavayê Kurdistanê YPG-YPJ.....

Nefret li terorîstên ku bûn sedema rawestandina kenlêvên te.....

Derbarê pakrewan Xemgîn Efrîn de çend peyveke min..

Pakrewan Xemgîn Efrînî Pakrewanê doza gelê Kurd Xemîgîn Efrîn, di berxwedana Kobanê de şehîd bû, tevlî karwana nemir û rewanpakan bû. Weku ku min wî hevalê şehîd nas dikir û em şevekê û rojekê bi hev re li Kobanê bûn derbas kir û bi hev re jî ji Pirsûdê derbasî bo nav Kobanê bûn, min gelek tiştên sêr di kesayetiya wî hevalî de dît û taybetmendiyên pir cuda jî di kesayetiya wî hevalî şervanê azadiyê û berxwedana Kobanê de naskir .

Ew heval, gelek hêja û rêkûpêk bû, disozê parastina nirx û bihayên doza gelê xwe bû, pir rûgeş û mirûzxweş bû, ziman xweş û pir rûken bû, dilê kesî ji xwe nediêşand û te çawa ew fişar bikireya di hevalê xwe nediçû û hevaldostê hevalê xwe bû.

Ji xwe hevalê Şehîd Xemgîn Efrîn temenê xwe bi çûk bû û ji biçûkuya xwe ve ji  xwe sêwî bû..

Min dema wî dît, min nizanî ku ew sêwî ye, ji ber ku pir bi digerim û dilgeş bû, rêheval û xweş dost bû. Ji hevalên xwe hez dikir û xizmet dikir. Her dem hêviyên naskirina tiştên nû bû. Lê min ji wî hevalî re got, tu ji ku derê yî, got ez ji Kantona Efrînê me û ev demeke ez şervanê YPG`ê me û ez hatim Kobanê, ji bo berevaniyê li axa welatê xwe bikim, ez li ser daxwaz û pêşniyara xwe hatim. Îro jî min ji hinek hevalên ku wî nas dikin bihîst ku ew jî tevlî karwana nemiran bûye. Şehîd Xemgîn namire û ew ê herdem di dil û hizrê me de zindî bimîne.

Çend peyveke min derbarê pakrewan Azad de...

Ez fedekariya te qet ji bîr nakim ey hevalê Şehîd...
11/11/2014 14:58:00
Share
Çapkirin
     Hozan Efrînî digel şehîd Azad Kobanê li KobanêKoba

Heval Azad jî tevlî karwana pakrewanên azadiya welatê Rojê bû...

Rojeke geş bû ku min têde bazê rewanpak dît ku bi dilsoziya xwe, ax û mal û emlakên xwe ji çete û dizan diparêze û dazwaza yekrêziya gelê Kurd dikir.

Heval Azad pir dilsozê doza gelê xwe bû, neyarê ketxweran û nandozan û sîxuran bû...
Peyayê rastiya doza rewa ya gelê xwe bû.


Di hevpeyvîneke reportajî de, ji PUKmedia`yê re wiha li ser yekrêziya gelê Kurd axivî û wiha nêrîna xwe ya zelal anî ser ziman û got: Ez bi hêvî me ku tevahiya xelkê Kurd li Kurdistan û li cîhanê yekrêziya xwe biparêzin û bila bala xwe bidin ser berxwedana Kobanê û bibin destekkar.

Azad Kobanê dibêje ku eger em nebin bi yek û em ji hev du heznekin û alîkariya hev du di mîhnet û aloziyan de nekin, gelo wê çi demê wê biratî û kurdeyetî di nav me de serê xwe rake..? Ji ber wê yek ez xwezyarim ku hemû aliyên siyasî yên Kurdî yek bigrin û rewşenbîr jî bi pênûsên xwe destek bidin bi berxwedana Kobanê û em jî di nava agirê şoreşa Kobanê de, amade ne bi xwîna xwe berevaniyê li rûmet û şerefa Kurdeyetiyê bikin û em xwe fedayê vê axê dibînin û serkeftin ji Kobanê û doza rewa yê gelê Kurd li her aliyên Kurdistan re.

Kobanê dide aşkirekirin ku ew di aliyê netewî de, hêla sor datîne ser êrişkirina li ser doza kurdî û bi taybet Yekîneyên Parastina Gel û ya jinê (YPG-YPJ), ji berku ew herdu hêz bi şev û roj parastina rasteqîne ya rûmet û abruya gelê me li hemû deverên Rojavayê Kurdistanê dikin û îro hûn jî dibînin û agahdarin ku berxwedana YPG-YPJ li Kobanê dengvedaneke navnetewî daye û bûye sembola cîhanî. Ji ber wê yekê gereke hemû aliyên siyasî û civakî û sivîlî û mafdarî ji xwe re berxwedana herdu hêzên rewa yên Rojavayê Kurdistanê bi bingeh bibînin û rêz lê bigirin û xwedî lê derkevin.

Karmendê asayîşa Kobanê Azad Kobanê bi awayekî kenlêv axiftin û pêşniyara xwe ya dawî ji PUKmedia`yê re kir û got: Ez hêvîdar im ku civîna herdu aliyên Rojavayê Kurdistan ya li Duhokê ku di navbera TEV.DEMê û ENKS`ê de birêve diçe lihev bikin û yekrêziya gelê me biparêzin tako em xwedî li berxwedana Kobanê derkevin ku buye bi sembol ji hemû cîhanê re û ez spasiya we û PUKmediayê dikim ku di rewşeke wiha ya metirsîdar de û aloz we xwe gihande nav Berxwedana Kobanê û hûn nêrînên şervanên Kobanê ji bo raya giştî kurdî û cîhanî diweşînin û silav ji kelhaya berxwedanê bo serok Mam Celal û xelkê Herêma Kurdistanê ku ewqas xema me xwerine.

Erê hevano, ev helwesta netewî ya şehîdê nemir heval Azad Kobanê ye û rastiya têgehên kurdeyetî û şoreşgertiya rasteqîne dide nîşandan..

Hezar silav li canpakiya te ey pakrewanê doza rewa....

Ez şorbeya ku te ji min re anî ji bîr nakim ku bi awayekî zindî te xwe da metirsîdariyê tako tu ji hevalê xwe an jî mêvanekî xwe re xizmetekî di rewşa ceng û şerê giran de pêkbînê. Ew ji ruhê şoreşgertiya bilind ya li ba te tê ey hevalê YPG...

10-11-2014

Daxuyaniyeke min ji bo greva birçîbûnê bo PUKmedia`yê..

Silêmanî: Greva birçîbûna bo Kobanê rojên cejnê jî berdewame
3/10/2014 11:36:00

Serokê rêxistina Hawar ya parastina mafên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ragihand ku wan li gel rêxistina henaseyên niştimanî biryar dane ku ewê rojên cejna qurbanê berdewambin di rojiya birçîbûnê bo Kobanê û piştî cejnê ewê çalakiya xwe li pêşiya parlemana Kurdistanê li Hewlêrê jî bidomînin.

Hozan Xelîl Efrînî, serokê rêxistina Hawar ya parastina mafên Kurdên Rojava ji PUKmedia`yê re ragihand û got: Eve şeş rojin li gel çend endameên rêxistina henaseyên niştiman li pêşiya nûsîngeha parlemana Kurdistanê li Silêmaniyê di greva biçîbûnê de ji bo Kobanê û biryar dane ku di rojên cejnê de jî dê berdewambin di çalakiya birçîbûnê lê belê piştî cejnê ewê cihê greva birçîbûnê veguhêzin pêşiya nûsîngeha parlemana Kurdistanê li Hewlêrê.

Efrînî got: Îro di kongreyekî rojnamevanî de bi heft xalan daxwaz ji serokatiya herêma Kurdistanê û serokê hikûmeta herêmê kirine ku alîkaiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin û daxwaz ji parlemana Kurdistanê jî kirine ku bi fermî kantonên Rojavayê Kurdistanê nas bikin taku Herêma Kurdistanê bikare bi fermî alîkariya Kurdên Rojava bikin.

Hozan Efrînî cext li wê yekê jî kir ku: Rêxistina Henaseyên niştiman û rêxistina Hawarê di rojên cejnê de ewê berdewambin di greva birçîbûnê de û her weha me biryar daye ku di rojên cejnê de em serdana penaberên Rojava li kampa Barîka ya li Erbetê jî bikin.

PUKmedia/Diyar Star

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket