Tirkiye ji aliyê mafê jinan ve yek ji welatên herî nebaş e

kurdistani 05:56 PM - 2017-10-30
Tirkiye ji aliyê mafê jinan ve yek ji welatên herî nebaş e

Tirkiye ji aliyê mafê jinan ve yek ji welatên herî nebaş e

Di rapora Georgetown Instîtute for Women, Peache and Secûrity (GÎWPS) de Tirkiye di mijara mafên jinan de weke yek ji welatên herî nebaş, cih girt.

Li gorî raporê, herî kêm 40 ji sedî yê jinên li Tirkiyeyê bi şîdetê re rû bi rû ne.

Georgetown Instîtute for Women, Peache and Secûrity (GÎWPS) û The Peache Research Insîtute Oslo (PRIO) bi sernavê “Nifteya ewlekarî û aştiya neteweyan, cihê jinan ê di nava civakê de” raporek ji 84 rûpelî weşandin û bla kişandin ser rewşa jinê ya li 153 welatan.

Di raporê de hat destnîşankirin, ku li gelemperiya cîhanê di gelek mijaran de bi rengekî vekirî neheqî li jinan tê kirin û hat gotin, bi taybetî li herêmên şer lê hene jin gelekî mexdûr in.

Di raporê de bal hate kişandin ser cihêkariya li jinan tê kirin û hat diyarkirin, ku bi taybetî li welatên di asta sêyemîn de kêm pêşketî ne, standarta jiyanê ya jinan gelekî nizm e.

Raporê da zanîn, ku şîdeta zayendî ya li herêmên şer li dijî jinan tê kirin didome û wiha dewam kir: “Şerê ku di serdema heyî de diqewimin, yekser bandorê li mîlyonan mirovî dikin. Bi taybetî di rewşeke bi vî rengî de şîdet yekser li jinê tê kirin.”

Di nava 153 welatan de, ji aliyê mafên jinê ve Tirkiyeyê cihê xwe di rêza 105. de girt û bi vî rengî li paş gelek welatên di asta 3. de pêşketî ne, ma. Di raporê de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê şîdet herî kêm li 40 ji sedî yê jinan tê kirin.

Di raporê de hat ragihandin ku Tirkiye ji aliyê wekheviya zayendî ve xwedî rewşeke paradoksî ye û wiha hate gotin, “Yek ji sê parên endezyar û parêzerên li Tirkiyeyê jin in. Lê belê îro li Desteya Wezîran tenê jinek heye.”

Raporê bi bîr xist, ku rêjeya jinan a li parlamentê 15 ji sedî ye û wiha dewam kir: “Li nava civakê, bi gelekî awayî cihêkarî li jinê tê kirin. Bi taybetî ev cihêkarî xwe di mijara hiqûqî de nîşan dide. Li Tirkiyeyê şîdet li 40 ji sedî yê jinan tê kirin. Ji neçar hatine hiştin ku di nava şîdetê de bijîn. Jinan di beşeke mezin a jiyana xwe de ji hevser an jî kesekî din şîdeta zayendî ya jî şîdeteke bi şêweyekê din dîtine.”

Di dewama raporê de gotina Erdogan ku digot “Hûn nikarin jin û mêr wekhev bikin, ev li dijî fitratê ye” hate bibîrxistin û hate gotin, “Vîna siyasî ya serdest a li Tirkiyeyê ji wekheviya jin û mêr bawer nake. Ew bi mejiyekî kevneşop li mijarê dinerin û li gorî wan, rola jinê ya li nava civakê, tenê dayiktî ye.”

Li gorî raporê, ji aliyê ewlekariya mafên jinê ve 3 welatên herî baş Îzlanda, Norwêc û Swêd e. Welatên herî nebaş jî Yemen, Sûriye û Afganîstan in ku şerê navxweyî li wan diqewimin.

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket