Efrîn; Semînara Akademiyên Civaka demoqratîk

kurdistani 05:47 PM - 2017-10-30
.

.

Efrîn_ Endamê Akademiyên Civaka Demoqratîk " Heyder Reşîd " semînerek bi navê " Komîn û Meclis , beşa yekem " li navenda asayîşa tirafîkê li dar xist.
Bi beşdariya 37 endamên asayîşa Tirafîk û asayîşa Gihandinê ji wan 26 jin û 11 mêr , îro dûşemê semînerek hat lidarxistin.
Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir, piştre heval " Heyder Reşîd " diyar kir ku komîn çûktirîn şaneyeke(xeliye) civakî û birêxistinkirî ye, li ser bingeha sîstema civaka ekolojîk(civaka xwezayî ) xwe ava dike .
Heval" Reşîd " nîşan kir ku demokrasiya rasterast bi komînê dest pê dibe, têde gel dikare siyasetê bi kar bîne û mafê wî heye ku, nêrîn, raman û pêşniyarên xwe bide .
Li ser mekanîzim û mercên avakirina komînan Heval " Reşîd " wiha got :
Meclîsên gund û taxan, bi xwe komîne, her kesek ku şazdeh salî derbas kiribin,di komînê de, endamekî/e xwezayî ye, ev nayê wateya ku, yên di bin temenê şazdeh salan de, bê sûd in, lê di sîstema dewletê de, kesê ku temenê hejdeh salî derbas kiribe, têgihêjtî ye, lê li gel me, kesê ku, şazdeh sal derbas kiribin, têgihêjtî ye.

Di dawiyê semînerê de Heval Heyder Reşîd deriya nîqşê ji hevalan re vekir .

Akademiyên Civaka demoqratîk
30/10/2017 Duşem

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket