‘Em rê nadin pîlanên dagirkirina Idlibê biserkevin”

kurdistani 04:11 PM - 2017-10-30
‘Em rê nadin pîlanên dagirkirina Idlibê biserkevin”

‘Em rê nadin pîlanên dagirkirina Idlibê biserkevin”

EFRÎN- Cîgirê Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ebû Erac diyar kir ku ew her kêliyekî ew amadene ku biçin Idlibê û rê li ber dagirkirina bajar ji aliyê dewleta Tirk ve bigirin. Ebû Erac hêviya ku gelê Idlibê li hember dagirkeriyê bibin bi wan re bibin alîkar.

Cîgirê Fermandariya Giştî ya Artêşa Şoreşgeran Ehmed Sultan (Ebû Erac) ku bi xwe ji xelkên Idlibê ye têkildarî rewşa Idlibê ji ajansa me re axivî û nirxandinên girîng kir. Ebû Erac destnîşan kir ku hêzên wan her kêliyê ji bo parstina xelkên Idlibê amade ne.EFRIN-EBU-ERAC-300x169

Ebû Erac di destpêka axaftina xwe de got ku hêzên wan di şerê rizgarkirina Reqayê de cih girtin û serkeftin bidest xistin û wiha dom kir: “Hêzên QSD’ê amadene li her derê şerê çeteyan bikin û herêmê ji wan paqij bikin. Niha jî hêzên QSD’ê vê rastiyê li Dêrazorê di aliyê piratîkî de pêk tîne.”

‘Ala serkeftinê li Reqayê hate hildan‘

Ebû Erac di berdewama axaftina xwe de jî got ku ala serkeftinê li Reqayê hate hildan û wiha dom kir: “Piştî serkeftina Reqayê dewleta Tirk dest bi rêzcivînan kir. Tirkiyê bi hemû dewletên misogeriya Astan re civiya. Hemû hevdîtinên Tirkiyê ji bo rê li ber qonaxa piştî Reqayê bigre. Hikûmeta Tirk baş dizane ku piştî Reqayê û Dêrozorê em ê berê xwe bidin derdora Idlibê. DewletaTirk êrîş li Idlibê pêk anîn û derbasî xaka parêzgehê bû. Niha Artêşa Tirk nêzîkî bajarê Helebê bûye, ne tenê wiha lê belê di aliyê bakur ve nêzîkî bajarê Hemayê jî bûye.”

‘Çete lihev ketin‘

Cîgirê Fermandariya Artêşa Şoreşgeran Ebû Erac di berdewama axaftina xwe de jî got ku di dema ketina dewletaTirk a parêzgeha Idlibê çete lihev ketin û wiha dom kir: “Di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El- Şam (Cebhet El-Nusra) Hin ji komên çete bi derbasbûna Tirkiyê re ne û hin jî qebûl nakin. Ên Tirkiyê derbasî Idlibê kirin alîgirên çeteyên Cebhet El-Nusra ne ku çeteyê bi navê Ebû Mariya El-Qehtanî ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digire ew derbas kirine. “

‘Hêzên me amadene derbasî Idlibê bibin‘

Ebû Erac di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ew amadane ku derbasî Idlibê bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em niha jî amadene ku derbasî Idlibê bibin. Kîjan kêliya ku şêniyên Idlibê vê yekê ji me bixwazin, emê pêk bînin. Ji xwe piraniya şervanên me ji Idlibê ne û ji mafê wan e ku xaka xwe rizgar bikin.”

Endamê Fermandariya Artêşa Şoreşgeran Ebû Erac di nava axaftinên xwe de destnîşan kir ku ew ê rê nedin ku rêxistina Qaîda di Idlibê de bimînin û dê rê nedin ku dewleta Tirk xaka Sûriyê dagir bike û wiha dom kir: “Hêzên çekdar ên li Idlibê niha tu hêza wan nîne. Ên di piratîkê de Idlibê xistine bin hakimiyeta xwe Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ne. Komên din jî bê bandor in tenê di bin fermana wan de tevdigerin. Welatiyên Idlibê bê îrade hatine hiştin. Idlib niha wekî volkanekî li ber teqînê ye. Gelê wê yê li dijî rêjîma Sûriyê serî hildan wê li dijî dagirkeriya Tirkiyê jî serî bilind bikin.”

Derbarê dagirkerina Tirkiyê ya ji xaka Idlibê re jî Ebû Erac wiha axivî: “Derbasbûna Tirkiyê ya ji xaka Idlibê re bi sponseriya Rûsiya pêk hatiye. Ev nîşana wê yekê ye ku Tirkiyê xwe radestî Rûsiya dike û ji Rûsiya jî xwe ji rêjîma Sûriyê. Ev li gorî pîlananekê di navbera Pûtîn û Erdogan de di demên dawî de pêk hatiye. Ez nizanim tam ku Idlib beranberî Efrînê hatiye dayîn, yan na, lê ez dibêjim ku dewleta Tirk her tiştê pêk tîne di xizmeta rêjîma Sûriyê de pêk tê. Tu berjewendiyên gelê Sûriyê di vê mijarê de nîne. Ji berjewendiya dewleta Tirk ku di sînorê xwe de bimîne. Ez texmîn dikin ku di navbera Rûsiya û Tirkiyê de lihevkirin hatiye kirin ku deriyên sînor radestî Rêjîma Sûriyê werin kirin. Lê herêmên Sûriyê û Şebayê neketine destê Tirkiyê û wê nekevin jî. Em tu carî rê nadin ku ev yek pêk were.”

Cîgirê Fermandariya Giştî ya Artêşa Şoreşgeran Ehmed Sultan (Ebû Erac) di dawiya axaftina xwe de bang li hemû şêniyên Idlibê kir û wiha got: “banga min ji hemû şêniyên Idlibê, birayên me yên siyasî û leşker ên bi rumet re ew ku li ser Idlibê pîlanên derve yên qirêj têne kirin. Ev pîlanên wan ne di berjewendiya gelê Sûriyê û bi taybet xelkên Idlibê de ne. Em hêvîdar in ku hûn li dijî dagirkerên ku xaka me dagirdikin komî ser hev bibin. Em hêvîdar in ku şêniyên me yên Idlibê parstina xaka xwe bikin. Em ê bi hev re yekbûyîna gelê Sûriyê û xaka Sûriyê

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket