Panoramayê Herêma Kurdistanê

kurdistani 06:49 PM - 2017-10-29
.

.

Kosret Resûl û Bahadîn lihevciviyan

Li Silêmaniyê, Kosret Resûl Elî û Selahadîn Bahadîn lihevciviyan
Îro roja duşemê 23-10-2017`an li bajarê Silêmaniyê, di cihê mandina xwe de, cîgirê yekê yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî pêşwazî li emîndarê giştî yê Yekgirtuya Islamî ya Kurdistanê  Selahedîn Behedîn kir.
Di wê civînê de, derbarê rewşa siyasî û ewlehiya ku di van demên dawiyê de li Kerkûk û derên din hat gotûbêj kirin. Her weha Selahedîn Behadîn ji aliyê xwe ve, rola Yekîtiya Nîştimanî û ya Kosret Resûl Elî pir mezin û girîng nirxand.

Her weha mijara peywendiyên Êraq û Herêm û rewşa navxweyiya Kurdistanê û aliyên Siuyasî Kurdistanê jî di rojevê de bû, herdu aliyan tekez li ser girîngiya çareserkirina ew arîşeyan ligel vê qonaxê bi riya gotara nîştimanî ya hevbeş û hevrêzî di navbera hemûyan de be.

Lahor Şêx Cenkê: Ji bo gotûbêjê li gel Baxdayê pêwîstî bi rûyên nû heye


Roja Duşemê 23-10-2017`an, Lehor Şêx Cengî berpirsê ajansa parastin û zanyariyan li Herêma Kurdistanê ragihand ku pêwîste ku aliyên ku biryara pêkanîna Refrandûm dawa lêburênê ji Gelê Kurdistanê bixwezin.
Her weha Lahor di hevdîtinê xwe de li gel Rojnamevanan yê PUKmedia`yê lê beşdar got: Em naxwazin ku partiyek bi tenê biryarê lîsteyên pêşerojê Gelê Kurd bigre û dexwaz kir ku Rêberê siyasî a niha dest ji kar vekşîne.
Di dewamiya axaftina xwe de Lehor vegot serdanên berpirsên Ewropê yên berê ji bo piştgiriya şerê li dijî DAÎŞê bû lê serkarên me yên siyasî bi şaştî ew serdanan fêm kirin te ku niha ji ber vê şaştiyê niha ti piştgiriyên Navnetewî û Hevpeymaniya Navnetewî ji Kurdan re nemaye wek berêû ev jî yek ji sedemên vekşandina Pêşmergeyane .
   Derbarê gotûbêj di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê de Lahor Şêx Cenkî ragihand ku divê ku hikûmeta Federal rûyên berê ji bo danûstandinê qebûl neke ji ber vê yekê pêwîtiyên me bi rûyên nû heye ji bo parastina  doza xwe li ser rêye Destorê.
Li dawiyê Lahor ji welatiyên Kerkûkê dexwaza vegerandinê ji warê xwe kir û jiyana xwe esayê bikin

 Bafil Talebanî; Aloziyên bi Bexdadê re bi diyalogê çareser dibin


Bafil Talebanî di hevpeyvîneke tilvizyonî de ragihand; Aloziyên bi Bexdadê re bi diyalogê çareser dibin

Di hevpeyvîneke taybet ya Bafil Talebanî ligel kenala Firatê ya Êraqê de, aşkire kir ku ji bo nehîştina arayîş û çareserkirina aloziyên heyî di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Êraqê de wê hemû bi riya diyalogê bê çareserkirin.

Aşkire kir ku ew ligel hikûmeta Êraqê ye ku hemû pirsgirêkên heyî bi riya gotûbêjan werin çarserkirin û pêwîste zimanê diyalogê li gorî destur were bikaranîn.

Li Kerkûkê êrîş li asayîşa YNK'ê tê kirin

Piştî bajarê Kerkûkê ket destê hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê de, berpirsyarê YNK’ê yê Kerkûkê Aso Mûhammed xwest tevlî civina li Kerkûkê bibe, lê destûr jê re nehat dayin. Piştre jî êrîş li avahiyên asayîşê yên YNK’ê yên li Kerkûkê hatin kirin.
Piştî ku artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî Kerkûk kontrol kirin, ji bo beşdarbûna civinê ya li bajêr berpirsê YNK’ê yê Kerkûkê Aso Mûhammed ku ji bo beşdarî civinê bibe hatibû Kerkûkê nehiştin ku beşdarî civinê bibe. Piştre jî avahiyên asayîşê yên YNK’ê yên li Kerkûkê kirin hedef. Hate diyarkirin ku navenda YNK’ê jî hatiye şewitandin.
Piştî teslîmkirina bajarê Kerkûkê ji bo artêşa Iraqê û Heşdî Şebî, berpirsê YNK’ê yê Kerkûkê Aso Mûhamed ku ji bo beşdarî civina çareserkirina pirsgirêkan bibe çûbû Kerkûkê, nehiştin beşdarî civinê bibe.
Piştî vê rewşê li Kerkûkê rageşiyek giştî çêbû. Diyar bû ku hêzên Iraqê navenda asayîşa Kerkûkê hedef girtine û avahiyek ya asayişê dane ber agir.
Her wiha hate ragihandin ku hinek malbatên ku duh û îro vegeriyan Kerkûkê, dest bi derketina ji Kerkûkê kirine.

Herêm amadeye ku encamê Referandûmê rawestîne

Rêveberiya Herêma Kurdistanê,doh sêşemê 24-10-2017`an, diyar kir ku ji bo rê li ber pevçûnên bi hikûmeta Bexdadê re bên girtin, amade ye encamên referandûma serxwebûnê rawestîne. Di daxuyaniya ji aliyê rêveberiya herêmê ve hat dayîn  de sê pêşniyar hatin pêşkêşkirin.
1- Divê agirbest pêk were û operasyonên leşkerî yên li hember Herêma Kurdistanê bên rawestandin.
2- Rawestandina (cemidandina) encamên referandûma li Kurdistana Iraqê hat kirin.
3- Di navbera Rêveberiya Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal a Êraqê de li ser esasê destûra bingehîn diyalog bên destpêkirin.
Êranê derwazeya Başmaxê vekir

Êranê derwazeya Başmaxê ya Pêncwînê bi fermî vekir.

Êro roja çarşemê 25-10-2017`an, hikûmeta Êranê derwazeya Başmaxê ya li navçeya Pêncwînê ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî vekir.
Di wê barê de, berpirsê derwazeyê Başmaxê Azor Mehmûd ji PUKmedia`yê re ragihand ku ew derwazeya Başmaxê ku hatibû rawestandin, îro li ber mirov û bazirganiyê hat vekirin.
Di dawiya axiftina xwe ya ji PUKmedia`yê re, berpirsê derwazeyê Başmaxê Azor Mehmûd aşkire kir ku vekirina derwazeyê ne bi mercan bû, ev deh rojin ku hatiye girtin, ziyan ji herdu aliyan re bû.

Ji Başûr Penaberên Rojava vedigerin

Di heyama mehekê de, 9 hezar penaberên Rojava ji Başûr vegeriya Rojava
Li gorî hinek jêder ku piştî buyerên li Başûrê Kurdistanê, hejmarek ji pendarên Rojavayê vegeriyan bajar û bajarokên xwe li Rojavayê Kurdistanê û di heyama mehekê de bi qasî 9000 penaber vegeriyane warên xwe.

Ev yek piştî têkçûna rewşa aborî û ewlehiya Herêma Kurdistanê ku di encama şer û cenga giran ya ku heşed şabî û artêşa Êraqê li ser Herêma Kurdistanê dest pê kirine.
 
Deriya Sêmalka hat topbarankirin

Top li deriyê Sêmalka ya di navbera Başûr û Rojavê Kurdistanê de ket di encamê de kuştî û birîndar ketin.

Şerê di navbera Pêşmerge û  çekdarên Heşde Şebî de li nêzî deriyê Sêmalka ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de rû dide, Hate gotin ku çend top li derdora  deriyê li aliyê Rojava ket. Di encamê de mirî û birîndar hene.
Li gor ragihandina jêderan ku şer te niha berdewam e,lê ti agahî li ser hijmara kuştî û birîndar ne hatine zelalkirin.

Goran; Bila serokatiya herêmê bê hilweşandin

Goran daxwaza hilweşandina hikûmeta Herêmê kir
Tevgera Goranê di kongireyeke rojnamevaniyê de, daxwaza hilweşandina hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û avakirina hikûmeteke rizgarkirina nîştimanî kir.
Şoreş Hacî peyvdarê tevgera Goranê di wê kongirê de ragihand ku ji bo rizgarkirina Herêma Kurdistanê ji metirsiyan, dibe ku em bi pele dest bi pêngavan bikin.
Aşkire kir ne cîgirê serok û ne jî serokê Herêma Kurdsitanê rewabûna xwe nemaye û pêwîste em li yasaya serokatiya herêmê bê hilweşandin û serokayetî nemîne.

Aliyên Siyasî-Kurdî li Hewlêrê civiyan

 Îro 22-10-2017`an,ji bo gotûbêjê li ser bûyerên ku piştî Refrandûmê pêkhatine û li ser rewşa Kerkûk,Aliyên Siyasî yên Kurdî li bajarê Hewlêrê civînek lidarxistin.

Li gor agahiyên ku PUKmedia`yê bi dest xistine ku aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê li avahiya nivîsgeha Reghandinê Partiya Demokratîk ya Kurdistanê bê beşdariya Tevgera Goran û Komaleya Îslamî civîna xwe bi rêve birin,dest nîşan hat kirin ku dê li ser rewşa niha yê bajarê Kerkûkê gotûbêj bikin.

Resûl: Li Kerkûkê hêzên derveyî agahiya me, derqanûnî ne

Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyan ê Eniya Kerkûkê Westa Resûl li ser agahiyên ku Tirkiyeyê li Kerkûkê çek dane hin koman diyar kir ku ew ê derveyî hêzên ku haya walîtiyê û haya wan jê heye,tu hêzan qebûl nekin.
Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyan ê Eniya Kerkûkê Westa Resûl pêşveçûnên li herêmê ji ANF’ê re nirxand.
Di heman demê de komeke çekdar a li zozanên Yayçî ya Kerkûkê çekên wan hatin desteserkirin û hin kesên ji vê komê ji aliyê pêşmergeyan ve hatin binçavkirin.
Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyan ê Eniya Kerkûkê Westa Resûl, têkildarî bûyera ku AKP û MHP li Kerkûkê çek daye hin koman û hin kes perwerde kiriye jî daxuyanî da. Resûl diyar kir ku di vî warî de tu agahdarî ji wan re nehatiye kirin. Resûl bal kişand ser vî tiştî ku li Kerkûkê hemû hêz girêdayî walîtî û fermandariyan e û got, “Hêzên derveyî walîtî û fermandariyan, nayên qebûlkirin. Ev hêz wê neyên qebûlkirin û wê derqanûnî werin nirxandin.”
Resûl diyar kir ku Eniya Tirkmenên Iraqê yên girêdayî Tirkiyeyê zêde hêzeke wan a çekdarî tune û got, “Li gorî qeydên me hêza wan a çekdar ji 150 kesî pêk tê. Ev hêz li qadên bin kontrola me de ne. Nimreyên çekan ên di destê vê komê de jî, li ba walîtiyê heye.”
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin wergirtin duh şev li zozanên Yayçî yê Kerkûkê komeke çekdar hate dîtin. Pêşmergeyan dest danîn ser çekên wan û hin kesên ji komê binçav kirin. Kom ji çend kesan pêk dihat, baş nehate zanîn.

Barzanê ligel efserên pêşmergê Kerkûkê civiya

Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanê ligel efserên pêşmergê Kerkûkê civiya.
Îro roja duşemê 2-10-2017`an li bajarê Kerkûkê, bi amadebûna berpirsên hikûmî û hizbî birêve çû ku cîgirê sekreterê YNK`ê Kosret Resûl Elî jî amadebibû, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel hejmarek ji efserên pêşmergê Kurdistanê civiya û derbarê rewşa ewlehiya wî bajarî piştî bi dawîbûna refrendomê û dengdanê gotûbêj kirin.
Di wê barê de, efserê pêşmerge Kemîran Mehmûd ji ragihandinê re ragihand ku ew hatina Mesûd Barzanî ji bo rewşa Kerkûkê piştî birêveçûna refrendomê li Kerkûkê got û bê bike û ew civîn ligel YNK`ê civîneke hevbeş bû ku cîgirê yekê yê sekreterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl jî tê de amade bibû.

Washngton; Biryara Herêmê ya rawestandina şer başe

Emerîka pêşwazî li biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê ya rwaestandina şer kir.

Li gorî nivîseke berdevka wezareta derve ya Emerîkayê Hêdiz Neret, aşkire dike ku Washngton biryara rawestandina hikûmeta Herêma Kurdistanê ji şer re, ku daxwaza gotûbêjan kirine, baş nirxand û pêşwazî dikin.


Serokwezîrê Tirkiyê û yê Êrqaê kongireyeke rojnamevanî saz kirin.


Serokwezîrê Tirkiyê Bin Ali Yildirim ragihand ku serokwezîrê Êraqê Heyder Abadî gelek jîr û jêhatî bû di barê nêzîketiya xwe ji refrendoma Kurdî re hem beriya refrendomê û hem jî piştî refrendomê.
Serokwezîrê Tirkiyê Yildirim Bin Alî di wê kongireya rojnamevaniyê de, aşkire kir ku ewê piştîvaniya hikûmeta Êraqê bikin ji bo ku xalê sîno yê Îbrahîm Xelîl bi dest bîne û bixe jêr kontrola xwe.

Her weha di derbarê Kerkûkê de jî, Yildirm aşkire kir ku vegerandina bajarê Kerkûkê ji aliyê artêşa Êraqê ve, pêngaeveke mezin e ji bona parastina pêkhatên din ên êîraqê.

Ji aliyê xwe ve jî Abadî jî aşkire kir ku serdana wî ji Enqerê re ji bo şerê li dijî terorê ye ku parçyek sereke ji kar û siyaseta Êraqê û spasiya Tirkiyê kir ku xwedî roleke pir mezin bû di parastina axa Êraqê û hilweşandina pîlana parçebûna Êraqê li gorî wî..

PUKmedia 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket