Barzanî nameyek ji bo Parlemena Kurdistanê şand

kurdistani 05:57 PM - 2017-10-29
Barzanî nameyek ji bo Parlemena Kurdistanê şand

Barzanî nameyek ji bo Parlemena Kurdistanê şand

Îro roja yekşemê 29.10.2017`an,  Mesûd Barzanî nameyeke ji bo Serokayetiya Parlemena Kurdistanê şand û têde daxwaz kir ku dema Serokayetiyê neyê dirêj kirin û mijaraSerokayetiyê bê çareser kirin û evê li xwerê naveroka wê ye.


Ji bo Serokayetiya Parlemena Kurdistana birêz

Silavekî germ..

Li gor fermana Herêmî ya hejmar (128) li 12ê 7a 2017 me daxwaz kiribû hilbijartinên Parlemen û Serokayetiya Herêma Kurdistanê li roja 01.11.2017 bê encamdan. Lê belê ji ber sedemên siyasî û emnî û teknîkî û nebûna berbijêrê Serokayetiyê, Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiyê, amadekariyên ji bo her dû hilbijartinan rawestand û li 24ê 10ê 2017 li Parlemena Kurdistanê da temenê Parlemen û Hikûmeta Herêma ji bo demeke dû xulên yasadananê hate dirêj kirin.

Di derbarê posta Serokê Herêma Kurdistanê, li piştî 01.11.2017 berdewambûna xwe ya li wê postê red dikim û nabê yasaya Serokayetiyê bê hemwar kirin yan temenê Serokayetiya Herêma Kurdistanê bê dirêj kirin. Pêwîste bi zûtirîn dem kom bibin bo ku valahiyeke siyasî li erk û desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê de dirust nebê û ev babet bê çareser kirin.

Ez jî wekî Mesûd Barzanî Pêşmerge li nav cemawerê xweragirê gelê me û Pêşmergeyên azîz de li xebat û têkoşîna bi destxistina mafên rewayên gelê me û parêzgerîkirina li destkeftên mîlletê me de berdewam dibim.

Mesûd Barzanî
28.10.2017

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket