Sibê parleman dicive

kurdistani 06:26 PM - 2017-10-28
Sibê parleman dicive

Sibê parleman dicive

Sibê parleman dicive
Parlemana Kurdisrtanê sibê rûniştina xwe dest pê dike.
Her weha wê desthilata serokatiya Herêma Kurdistanê bi ser hersê  desthilatên zagonî û cêbicêkar û dozgerî de bête belavkirin û mijara sereke jî ewe.
DAi wê barê de, parlementera koma kesik ya Yekîtiya Nîçştimanî ya Kurdistanê Talar Letîf ji PUKmedia`yê re ragihand ku wê sibê desthilata serokatiya Herêma Kurdistanê bi ser hersê  desthilatên zagonî û cêbicêkar û dozgerî de bête belavkirin û mijara sereke jî ewe.

Wê parlementerê aşkire jî kir ku derbarê hilbijartinên dahatuya Herêma Kurdistanê de jî wê tekez li ser wê yekê bê kirin ku birêvebirina hilbijartinên pak û rêkûpêk ji aliyê komusyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan pêk were.
Ji aliyê xwe ve jî parlementerê Tevgera Goranê jî Bîstona Fayiq ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku wê di civîna sibê de, nûnerên Tevgera Goranê jî beşdar bibin, lê dazanîn ku heya niha jî mijara gotûbêjkirin û rêvebirina wê rûniştinê hîn jî ji wan re nehatiya şandin.

Her weha ji aliyekî din ve cîgirê serokê parlemana Kurdistanê Cefer Êmkî jî di belavokekê de ku wêneyek ji PUKMedia`yê re hatibû aşkire kir ku  Mesûd Barzanî nameyek şandiye ji parlemanê re û wê sibê di rûniştinê de bixwîne.
Ji aliyê xwe ve jî, koma Tevgera Islamî ya Kurdistanê jî aşkire kir ku koma wan ya li parlemana Kurdistanê, wê di civîna sibê roja yekşemê de amade bibe.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket