Silêman Cafer: Erdogan Dixwaze Heyfa DAIŞ'ê ji Efrînê Rake

kurdistani 12:02 PM - 2017-10-27
Silêman Cafer: Erdogan Dixwaze Heyfa DAIŞ'ê ji Efrînê Rake

Silêman Cafer: Erdogan Dixwaze Heyfa DAIŞ'ê ji Efrînê Rake

Berpirsê Peywendîyên Derve yê Kantona Efrînê Silêman Cafer, di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re ragihand ku Tirkîye dixwaze ‘’heyfa Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji Efrînê rake’’

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di komcivîna Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) de dîyar kiribû ku operasyona li Îdlibê li ber qedandinê ye û li pêşîya wan Efrîn heye.

Cafer dîyar kir ku ger Tirkîye êrîşî Efrînê bike dê ew der ji wê dewletê re ‘’bibe goristan’’

‘’Miletê Efrînê, ji 7 salî heta 100 salî herkes xwe fêrî çekan dike. Efrîn namus û kerameta me ye. Heta Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hebe Erdogan nikare derbazî Efrînê bibe’’ Cafer got.

Cafer da zanîn ku hêza sereke ya ku DAIŞ sekinand YPG ye û jiber wê ‘’kîn û nefreta Erdogan’’ li ser wê hêzê heye.

Cafer dîyar kir ku DAIŞ û hêzên din yên ku Tirkîye piştgirîya wan dike li Sûrîyê têk çûne û Erdogan dixwaze di ser Efrînê re ‘’heyfa DAIŞ’ê rake’’ û got ‘’lê Efrîn, ne Îdlib û Bab e’’

Berpirsê Peywendîyên Derve yê Kantona Efrînê da zanîn ku bi Amerîka re peywendîyên wan yên leşkeri hene û Amerîka garantî daye ku dê Tirkîye derbazî axa Efrînê nebe.

Cafer dîyar kir Rûsya jî heman tişt tekez kiriye, lê ew ‘’bi soza Rûsya pir bawer nakin’’

Cafer bi berdewamî da zanîn ku lidarxistina referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Îraqê şaş bû û ser biryara cemidandinê encamên referandumê jî ‘’heybeta Kurdan nemaye’’

Wî got ku jiber vekişîna hêzên Kurdan yên ji herêmên nakok yên li Îraqê, ‘’çavên Tirkîyê û rejîma Sûrîyê ser Efrînê sor bûne’’

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket