YNK; Em ligel yekparçeya axa Herêmê ne

kurdistani 04:27 PM - 2017-10-24
Politburoya YNK`ê li gel yekîtiya axa Herêma Kurdistanê ye

Politburoya YNK`ê li gel yekîtiya axa Herêma Kurdistanê ye

Li bajarê Silêmaniyê Politburoya YNK`ê civiya û tekez li ser yekîtiya axa Herêma Kurdistanê kir.
Di civîna xwe ya îro roja sêşemê 24-10-2017`an de, li ser yekrêziya gelê kurd û yekparçeya axa Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin. Civîn di avahiya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, bi serpereştiya cîgirê yekemîn yê sekreterê giştî yê YNK`ê Kosret Resûl Elî birêve çû.

Her weha di wê civînê de, ku piraniya endamên politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê amadebibûn, tekez li ser wê yekê hat kirin ku hemû desthilatên siyasî û ragihandinî û hizbî vegerin bo nava navenda YNK`ê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket