Li Eyn Îsa dewreyeke din a perwerdeya jinan bi dawî bû

kurdistani 06:57 PM - 2017-10-17
 Li Eyn Îsa dewreyeke din a perwerdeya jinan bi dawî bû

Li Eyn Îsa dewreyeke din a perwerdeya jinan bi dawî bû

EYN ÎSA- Akademiya Ş ehîd Hena Ebdi El-Seqir ya girêdayî Mala Jinan dewreyeke din a perwedeya jinan bi dawî kir. Dewre bi beşdarbûna 30 jinan hate lidarxistin.

Mala Jinan a navçeya Eyn Îsa dewreyeke perwedeyê bi beşdarbûna 30 jinên gundên navçeyê bi navê Dewreya Şehîd Ezîza bi dawî kir. Dewreya ku hate vekirin dewreya sêyemîne ku li Akademiya Şehîd Hena Bebi El-Seqir tê vekirin.

Dewre bi merasîmekê hate destpêkirin. Merasîma dawîkirina dewreyê bi rêzgirirtinê destpê kir û paşê Endama Rêveber a Mala Jinê Newal Derwîş axivî û wiha got: “Jinên herêmê di dema çeteyan de rastî êşkenceyêhatin. Ji ber vê yekê armanca ji van dewreyên perwedeyê ew e ku jin di hemû qadan de werin perwedekirin.”

Jina bi navê Delal Îsa jî tevlî dewreyê bû têkildarî dewereyê got ku ew di perwerdeyê de fêrî çawaniya têkiliyan bi civakê re. Jina bi navê Feyrûz Elûş a tevlî dewreyê bûye got ku armanca wan ji tevlîbûna dewreyê ew e ku ji bandora çeteyên DAIŞ’ê xilas bibin.

DILAIL FIYROZ

Jinên tevlî perwedeyê bûne bang li hemû jinên Reqayê kirin ku tevlî dewreyê bi vî awayî bibin û fikrê xwe pêş bixin û zane bibin.

Di dewreyê de jinan dersên li ser dîroka jinan, neteweya demokratîk, azadiya zayendî û girîngiya perwerdeyê dîtin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket