Trump Dê Erê Neke ku Îran bi Peymana Navokî Pêbend Bûye

kurdistani 10:06 AM - 2017-10-14
 Trump Dê Erê Neke ku Îran bi Peymana Navokî Pêbend Bûye

Trump Dê Erê Neke ku Îran bi Peymana Navokî Pêbend Bûye

Serokê Amerîka Donald Trump Îran wek "dewleta serekî ya piştgira terorîzmê” bi nav kir û got ku ewê erê neke ku Îranê bi peymana navokî ya du sal berê pêbend bûye.

Trump banga helwesteke tundtir li dijî Îranê kir, lê wî daxwaz nekir ku peymana navokî ya bi Îranê, demûdest were hilweşandin.

Lê, Trump dîyar kir ku wî ferman daye Wezareta Xezîne ya Amerîka ku, bi sedema piştgirîdana terorîzmê, toleyên nû deyne ser Nobedarên Şoreşê anku Pastaran ya Îranî.

Hêjayî bîrxistinê ye ku divê Kongres Qanûna Pêdaçûnê Peymana Navokî ya Îranî (Iranian Nuclear Agreement Review Act / INARA), qanûna ku divê serok her 90 rojan piştrast bike ku Îran mercên peymana navokî bi cîh tîne yan ne, jinûve binirxîne.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket