Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li Tirkiyeyê kir

kurdistani 10:37 AM - 2017-10-13
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li Tirkiyeyê kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li Tirkiyeyê kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li Tirkiyeyê kir, ku parêzvanên mafên mirovan ên sed roj in girtî ne, berde.

Di daxuyaniya Rêxistina Efûyê de hat ragihandin, 11 aktîvîstên bi rengekî neheq hatin girtin, divê bê şert û merc tavilê bên bedan.

Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Îdîl Eser û 11 kes, ku welatiyê Elman Peter Steûdtner jî di nav de ye, roja 5’ê Tîrmehê li Buyukada ya Stenbolê di dema semînerekê de hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn girtin. Serokê Desteya Rêveberiya Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistinê Taner Kiliç jî mehek piştî vê bûyerê hatibû girtin.

Li gorî gilînameya ku hefteya derbasbûyî hate eşkerekirin, tê xwestin ku bi îdîaya “alîkariya ji bo rêxistinê” û endametiya rêxistinê” 15 sal cezayê girtîgehê li her yek ji parêzvanên mafên mirovan bê birîn. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ev îdîayên tên kirin, ‘beradayî û nerast’ dît.

Di daxuyaniya Dîrektorê Ewropayê yê Rêxistinê John Dalhûîsen de hat gotin, “Hempîşeyên me beriya 100 rojî, ji ber ku mafên mirovan diparastin hatin girtin. Her roj, zextên piştî darbeyê tên kirin, qisûrên sîstema edaletê ya li Tirkiyeyê radixe pêş çavan.”

Dalhûîsen diyar kir, gilînameya hatiye amadekirin jî bêyî ku xwe bispêre lêkolîneke biçûk, ji derewan pêk tê û destnîşan kir, ku ti dadgeha xwedî giraniyekê ye, vê gilînameyê qebûl nake.
PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket