Hevpeymana Nîştimanî serdana mezara serok Mam Celal kir

kurdistani 05:13 PM - 2017-10-12
Hevpeymana Nîştimanî serdana mezara serok Mam Celal kir

Hevpeymana Nîştimanî serdana mezara serok Mam Celal kir

Hevpeymana Nîştimanî serdana mezara serok Mam Celal kir

Şandeyeke Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî li Herêma Kurdistanê, serdana mezara serok Mam Celal kir
Şandeke Hevpeymana Nîştimanî Demokratîka Sûrî li Herêma Kurdistanê serdana mezara serok Mam Celal girê li Dabeşanê ya bajarê Silêmaniyê kir û taca gulan li ser mezarê dînan.
Di roja pêncşemê 12-10-2017`an li bajarê Silêmaniyê, şandeke ji Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî serdana mezara serok Mam Celal kir û taca gulan li ser mezarê dînan.
Şanda navborî ku pêkhatibû ji serokê şaxa Herêma Kurdistanê yê Hevpaymana Nîştimanî yê Demokrata Sûrî Hozan Efrînî, Rewşen Qasim nivîskar û rojnamvana serbixwe, endamên Desteya Siyasî yê Hevpeymana Nîştimanî Demokrata Sûrî, Omer Mistefa Êhmo, Elî Şahîn, Mihemed Wês, Yusif Şemo, Şêrîn Elî Yunis, li gel endamên şandeyê Silêman Osman Remedan, Lorîn Qasim û Vejîn Murşid Efrînî, Mihemed Îbiş û xato Înas.
Her weha şandeya Hevpeymanî ji aliyê komîteya serpereştyarê merasîma pêşwazîkirina li mêvanan ve hat kirin û piştî dînana taca gulan li ser mezara Mam Celal, kongireyeke rojnamevanî ji şandeyê re hate lidarxistin û tê de, serokê Şaxê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî Hozan Efrînî tê de got; Serok Mam Celal sembola yekrêziya gel û neteweya kurd û Kurdistanê bû, ew ji zarokatiya xwe ve, tevahiya jiyana xwe di xizmeta parastin û berevanîkirin li doza gelê kurd e terxan kiribû, her weha bi awayekî pir profîşînal di nava xebatê de, tekoşîna mezin bi awayên azadî û demokrasî û mafê mirovan derbas dikir û tê de herdem serkevtî bû.

Di dirêjahiya peyama xwe li pêş kenalên ragihandinê de, Hozan Xelîl Murşid Efrînî bi navê Rojavayê Kurdistan û bi taybetî herdu kantonên Efrîn û Şahbayê ku girêdayî Herêma Efrînê ne, û bi navê serokê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî Ehmed Hiso û gişt endaman, serxweşiya xwe ji bo tevahiya malbata serok Mam Celal û endam û serkirdeyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û tevahiya gelê kurd û Kurdistanê kir û koça dawî ya serok Mam Celal bi ziyaneke mezin ji bo doza kurd û gelên demokrasîxwazên navçeyê nirxand.

Wêne; Vejîn Murşid Efrînî

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket