Şanda Encûmena Wezîran serdana mezara Mam Celal kir

kurdistani 04:43 PM - 2017-10-12
Şanda Encûmena Wezîran serdana mezara Mam Celal kir

Şanda Encûmena Wezîran serdana mezara Mam Celal kir

Şandeya Encûmena Wezîran ya Herêma Kurdistanê serdana mezara Mam Celal kir.

Êro roja pêncşemê 12-10-2017`an li bajarê Silêmaniyê, şandeke ji hikûmeta Herêma Kurdsitanê ku pêkhatibû ji wezîrên perwerde û xwendina bilind û tenduristî û navxwe û şaredariyan û rewşenbîrî û peyvdarê encûmena wezîran û çend berpirsekî din serdana mezara serok Mam Celal kirin û ji aliyê cîgirê serok wezîran Qubad Talebanî ve pêşwazî li wan hat kirin.
Her weha peyvdarê encûmena wezîran Sefîn Dizayî di gotareke xwe de aşkire kir ku Ew yekrêziya ku serok Mam Celal têde dixebitî, îro li sertanserî Kurdistanê pêkhatiye.
Dazanîn ku koça dawî ya serok Mam Celal ziyaneke mezin bû ji gelê kurd û Kurdsitanê re, ew pêşwaziya ku li firokexaneya navneteweyî ya Silêmaniyê ji serok Mam Celal re hat kirin, liyaqî wî bû:
Di dawiya axiftina xwe de, Dizayî ji bo tevahiya malbata serok Mam Celal sersaxî xwest.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket