Peyama PYD`ê ji bo Serxweşiya Mam Celal li Osloyê

kurdistani 03:31 PM - 2017-10-12
Peyama PYD`ê ji bo Serxweşiya Mam Celal li Osloyê

Peyama PYD`ê ji bo Serxweşiya Mam Celal li Osloyê

Peyama PYD`ê di merasîma koça dawî ya serok Mam Celal ku li bajarê Lillestrøm ya ser bi bajarê mezin Oslo paytexta Nerwejê birêve çû ye ji aliyê peyvdarê rêxistina PYD`ê li wî bajarî Aledîn Kobanî ve hat pêkêş kirin.

Ev jî naveroka wê peyamê ye;

   Xwîşk û birayên hêja…
Amadevanên birûmet…
Weku hûn hemû dizanin ku di roja 3-10-2017`an de, gelê kurd û Kurdistanê nûçeyeke pir xemgîn jêrê hate ragihandin. Mixabin ew nûçeya jî ew bûku rêber û Mamê mezin ê gelê kurd serok Mam Celal koça dawî kir.
Wek em tev dizanin ku kesayetiyeke wek serok Mam Celal ku hem di asta Kurdistan û hem di asta Rojhilata Navîn û hem jî di asta cîhanî de, xwedî taybetmeniyeke cuda bû, gelek bi bandor û bihêz bû, xwedî roleke mezin û li ber çavan bû.
Heval û biraderên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê, em bi vê boneya xembar û pir nexweş, serxweşiyê li tevahiya malbata serok Mam Celal dikin, Hêro Xan û kak Bafil û kak Qubad û Şêx Lahur û tevahiya gelê kurd û Kurdsitanê dikin .
Serok Mam Celal di hemû jiyana xwe de, xizmet bi parastina doza gelê kurd ya rewa kiribû. Ew herdem destek û piştgirî dida perçeyên din ên Kurdistanê.
Xemxwerê yekrêziya gelê kurd bû, hezkiriyê tevaya gelê kurd bû, xwe bi mamê hemû gelê kurd dizanî. Em di kesayetiya serok Mam Celal de, yekîtiya neteweyî kurdî dibînin, ew sembola yekrêzî û yekîtiya neteweyî Kurdistan bû.
Em dîsan ji malbat û gelê kurd û heval û dost û hogirên ku di vê merasîmê de amadebûne re serxweşiyê dixwaz in û ji Xwedayê mezin xwezyarin ku cihê serok Mam Celal di behest berîn de nîşticih bike û lê were dilovaniyê.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket