Spasnameyek ji sekreterê Liqê Silêmanî ya Sendîkeya Rojnamevanan ve

kurdistani 10:51 PM - 2017-10-08
Spasnameya Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê

Spasnameya Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê

Spasnameya sekreterê Liqê Silêmaniyê ya SendîkeyaRojnamevanên Kurdistanê ji tevahiya kenal û rojname û medyakaran re.
Sekreterê Liqê Silêmaniyê yê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan Karwan Enwer  peyama spasî û destxweşî ji bo rojnamevan û kenalên ragihandin û saziyên ragiahndinê li her çar aliyên Kurdistanê pêşkêş kir.
Di wê peyamê de, Kerwan Enwer aşkire kir ku Medyakarên Kurdistana mezin şevnexewkirina we û mandûbûna we wefadarî bû.

Bi navê Liqê Silêmaniyê ya Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê,  ku wê liqê rûmet ji me re pêşkêş kir ku serok Mam Celal herdem endamê kara û fexrî yê me bû, ji kûrantiya dilê me ve, ew mendubûn û şevnexewkirin û jîretiya nîştîmanî li kulê çavên me de hildigrin û pêzanîne ji bo ramelkirina yekgirtina nîştimanî ku encamên xwe  di rumalkirina merasîma pasevaniya rûmetê û bi axspartina û serxweşiya serok Mam Celal hate tomarkirin.

Sekreterê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê amaje bi rol û karên ku di heyama serxweşiya serok Mam Celal de, dibêje; Bi rastî we karekî kir ku we medya kurdî bi rengê nîştimanî nîşanda û bi yek deng û yek reng ku ev pêngav cara yekemîn e li Başûr û perçeyên din ên Kurdistanê ji kenalên bîner û ne bîner û xwender û nexwender û li ser rûpelên veghihîştina civakî ku we ew serxweşî û behiya serokekî karîzmeya gelê kurd gîhand bi hemû cîhan.

Enwer di wê peyamê de, hevkarên sendîkeyê û hevpîşeyên xwe ên dilsoz re wiha dibêje; Mam Celal Mamê rojnamevanan bû...Prêzer û parêzvanekî bilîmet yê mafê me rojnamevanan bû, xwediyê nêrîna (Wuşe bi wuşe bersivê bidin) bû.
Ew mamê rojnamevan ên kelhaya azadiyê û parêzer û mafperwer û dîplomatkar û serok û nivîskar û rojnamevanekî mezin  bû ku mirinê ji me veşart.. Mam Celal xizmetekî mezin ji me tevahiya kurdan û mirovahiyê re kir.

Li ser destê Mamê  rojnamevanan, siyasta aştî û biratî û azadî gotin û bi azadî rexnegirtin bûn û bîrokeya nan û azadî ji bo nivîskar û rojnamevanan kir bi manîfêsta karê dahatoya me, bi bê cudatî mamê me giştikan bû . Çadir û parêzerê mafên pênûs bi destan bû... Bi vî çûyîna yekcarî pişt û piştgirîvan û destkekarekî mezin ji dest da.
Lê bi wê romalkirin û rêzdarîezintiya ku we ama serxweşiyê de tomar kir, me dikarî hinek ji padeştê başiya ku ji bo serok Mam Celal di biwarê nêrînên rojnamevaniyê de kiribû bidin.
Bi wê mandubûna we wek peyamnêr û kamîrevan û beşê nûçeyan û skirîbt û teknîk û SNJ û monîtiran û bêjerên hest nazik ku bi çavên firmêsk û hisrên çavan bi rêzdarî û rewuşt di hizûrê Mamê we de ku dema nûçeya mirina wî peyayê mezin ku we ragihand, we ew selmand ku gelê kurd miletekî zindî ye, bi van nêzîkana mafê çare ya xwe dinivîse, ji ber ku rêz li serkirde û peyayê mezin û bi rûmet û rojnamevanên xwe digrin.

Di dawiya peyama xwe ya spasiyê de, sekreterê liqê Silêmaniyê yê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan Karwan Enwer wiha got;

 Mirina şêrê pênûs û berê azadiyê, siyasetmedar lihevcivandine û hinek jî aştkirine û lihevanîne, medyayên her çar parçeyên Kurdsitanê yekgirt, firmêsk û rundek rijandin, bi rêzdarî tomar kirin, em mezin kirin, îro jî medya mezintir bû. Bi riya yek gotariya bibe bi aramancên me ên dema pêş, ji ber ku mirina bi keser ê Mamê me ê mezin, hemû neliheviyame aşt kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket