Gerîlayên HPG-YJA Starê serdana konê sersaxiyê yê Mam Celal kirin

kurdistani 04:35 PM - 2017-10-08
 Gerîlayên HPG-YJA Starê serdana konê sersaxiyê yê Mam Celal kirin

Gerîlayên HPG-YJA Starê serdana konê sersaxiyê yê Mam Celal kirin

Heyetek ji Fermandariya Kerkûkê ya HPG û YJA Starê, bi kincê gerîla serdana konê sersaxiyê yê li Silêmanî ji bo Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî hatiye vedan, kir.
Gelek fermandar û gerîlayên HPG û YJA Starê, ku Fermandarê HPG'ê yê Kerkûkê Egîd Rojhilat û Fermandara YJA Starê ya Kerkûkê Nûheyla Siwerek jî di nav de bû, serdana konê sersaxiyê yê li Stadyûma Sîrwanê Niwe kirin.
Fermandar û gerîlayên HPG û YJA Starê ji aliyê rêveberiya YNK'ê û komîteya sersaxiyê ve hatin pêşwazîkirin. Fermandar û gerîlayên HPG û YJA Starê, piştî ku sersaxî ji malbata Mam Celal û Rêveberiya YNK'ê xwestin, ji cihê sersaxiyê çûn.
PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket