Karayilan: Mam Celal wê di têkoşîna Kurdistana azad de her bijî

kurdistani 12:42 PM - 2017-10-08
Karayilan: Mam Celal wê di têkoşîna Kurdistana azad de her bijî

Karayilan: Mam Celal wê di têkoşîna Kurdistana azad de her bijî

"Têkiliyên Mam Celal bi Serok Apo û her çar parçeyên Kurdistanê re, sekna wî ya neteweyî wê her tim ji bo me hêza têkoşînê be. Ew ê bi vî rengî kesekî nemir be û di têkoşîna Kurdistana azad û serbixwe de bîranîna Mam Celal bijî."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûrat Karayilan, ji ber wefata Sekreterê Giştî yê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî ji qenala Kurdsat Newsê re axivî.

Axaftina Karayilan bi vî rengî ye:

"Bêguman koça dawî ya Mam Celal ji bo tevahî gelê Kurdistanê xesarek mezin e. Niha li tevahiya Kurdistanê niha şîn heye. Bi rastî em jî weke kesekî ku Mam Celal nas dike, jê re hevaltî kiriye, pir xemgîn in. Bi rastî êşa koça dawî ya Mam Celal ne ji rêzê ye. Ji xwe 5 salan beriya vê nexweş ket, lewma di siyaseta Kurd de valahiyek çêbû. Koça wî ya dawî ev valahî kûrtir kir. Ez di serî de ji bo rêzdar xwişka Hêroxan, kek Kûbat, kek Pavel, kek Lahor û tevahî malbatê sersaxiyê dixwazim. Wekî din ji bo tevahiya hevalên YNK'ê, ji bo tevahî gelê xweşawîst, gelê Silêmanî ji bo tevahiya gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazim. Em êşa malbatê ji dil ve parve dikin.

Bi rastî Mam Celal, Serok Mam Celal, heval Mam Celal kedeke xwe mezin di ber vî gelî û tevahiya siyaseta Kurd de heye. Tişta herî girîng, Mam Celal ne kesekî parçeyî bû. Kesekî neteweyî bû. Ji ber vê jî îro gelê Kurd hemû pê diêşe.



LI GEL MAM CELAL XITIMANDIN TINE BÛ, EW HÊZEKE ÇARESERIYÊ BÛ

Bi rastî dema mirov lê dinerin ev sê roj in şîn e. Li Silêmanî, li Başûrê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê şîn e. Li ser taybetmendiya Mam Celal gelek kes diaxive û gelek tiştan dibêje. Bi rastî Mam Celal ne kesekî ji rêzê bû. Tenê ne ji bo gelê Kurd, civaka Kurd xwedî rolekê bû. Ji bo herêmê jî rola xwe hebû. Li Iraqê, ji bo navbera Sûnî û Şîa çêbike afirandina ku Mam Celal raber kiriye ti kes nikare raber bike. Hem ji bo herêmê, pêkhateyên herêmê, hem jî ji bo gelê Kurd têkoşerekî mezin bû, xwedî kedeke mezin bû. Û roleke xwe hebû. Rengek bû di siyaseta Kurdan de. Bi afirîneriyeke mezin siyaset dimeşand. Li gel wî xitimandin tine bû. Her çiqas pirsgirêk hebûna, dema me hev didît, teqez wê li ser maseyê pirsgirêk çareser bûya. Yanî li gel Mam Celal xitimandin tine bû. Hêzeke çareyê bû. Ji ber vê yekê hêvî bû. Eger pirsgirêkeke giran hebûya, mirov digot eger em biçin gel Mam Celal wê çareseriyek derkeve holê.

DI VÊ SERDEMA GIRÎNG DE PÊWÎSTIYA GELÊ KURD Û IRAQÊ BI LÎDEREKÎ WEKE MAM CELAL HEBÛ

Yanî mirovekî bi vî rengî jêhatî, jîr, kûr û dûr didît bû. Bi diyalog, aştîxwaz û yekîtî esas digirt. Kesayetekî bi vî rengî ji bo gelê Kurd di vê demê de hewce bû. Di vê serdema girîng de pêwîstiya gelê Kurd, pêwîstiya Iraqê, bi lîderekî weke Mam Celal hebû. Ji ber vê yekê wefata wî ji bo me hemûyan xesarek e. Keda ku wî daye, xizmeta ku daye wê ji aliyê ti kesî ve neyê jibîrkirin. Di vê çarçoveyê de Mam Celal nemir e. Berhemên xwe hene. Ev tiştekî li ber çavan e.

Îro di avakirina sîstema federal a Iraqê de, di avakirina sîstema federasyona Başûrê Kurdistanê de ked û rola Mam Celal kes nikare înkar bike. Ev berhemek e. Windahiya kesayetekî wisa ji bo her kesî xesar e. Ji bo me jî wisa ye.

TÊKOŞÎNA LI BAKURÊ KURDISTANÊ TIMÎ GIRÎNG DIDÎT

Em weke PKK, Mam Celal ji nêz ve nas dikin. Weke şexs ez wî ji nêz ve nas dikim. Bi rastî xemgîniya me kûr e. Dizanîbû ku Kurdistan çar parçe ye û bi yek parçeyî bigire dest siyaset li Kurdistanê temam nabe. Ancax bi çar parçeyan têkoşîna azadiya Kurdistanê dikare bi ser bikeve. Ev mijareke pir girîng e. Mijarek sereke ye. Di siyaseta Kurd de yek bi vî rengî nefikire nikare bi ser bikeve. Bi Mam Celal re ev kûrahî hebû. Xwedî vê seknê bû. Ji ber vê yekê hîn di salên 1980'î de Serok Apo nas kir. Timî pê re têkilî danî û têkoşîna li Bakurê Kurdistanê girîng dît. Ji xwe digot 'Kurdistana mezin'. Ev yek bingeha têkiliya navbera me û bingeha têkiliya neteweyî ye. Karê kirî, diyaloga kirî, ji bo pirsgirêka Kurd ne tenê li Başûrê Kurdistanê ji bo li tevahiya Kurdistanê çareser bibe xwedî têkoşîn û ked bû.

Ji ber vê yekê pir zêde em hurmetê didin wî. Bi rastî, me lîderekî gelê Kurd ê jêhatî, bijare û aqilmend winda kir. Ev ji bo me xisar e. Ez bawerim dikim, şopa wî ava kiriye, rêya wî zelal kiriye niha jî ji bo siyaseta Kurd, ji bo me hemûyan rê nîşan dide. Di têkoşînê de divê em vê rêbaza yekîtiya neteweyî, vê rêbaza diyalogê, aştiyane, xweşbîniya di şertê herî giran de divê em bimeşînin. Ev rêbazên Mam Celal bû. Divê em ti carî vê ji bîr nekin. Û bi rastî berhemên ava kiriye, eger hemû hevalên YNK'ê, hemû siyasetmedarên Kurdistanê li ser kûr bibin, ez bawer dikim berhema wî wê hîn zêde encam bigire.

DIVÊ HER KES XWE BERPIRSYAR BIBÎNE KU XEWN Û XEYALÊN WAN BI CIH BÎNIN

Di vê salê de hem koça dawî ya Kek Newşîrwan Mistefa, hem jî koça dawî ya Mam Celal bi rastî xesarek e. Divê siyaseta Kurd, di serî de Tevgera Goran û YNK û em tevahiya siyaseta Kurd li ser vê rawestin, em ê çawa xewn û xeyalê wan bixin meriyetê, çawa bi cih bînin, divê her kes xwe berpirsyar bibîne.

BÎRANÎNA MAM CELAL WÊ DI TÊKOŞÎNA KURDISTANA AZAD DE HER BIJÎ

Bi taybetî ji bo Mam Celal, têkiliyên wî bi Serok Apo re, têkiliyên wî bi her çar parçeyên Kurdistanê re, sekna wî ya neteweyî wê her tim ji bo me hêza têkoşînê be. Ew wê bi vî rengî kesekî nemir be, wê di têkoşîna Kurdistana azad û serbixwe de bîranîna Mam Celal bijî. Em ê rê û rêbazên wî bi vî rengî bimeşînin û bi ser bixînin."
PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket