Heyeta Bakurê Kurdistanê çû serdana malbata Mam Celal

kurdistani 12:35 PM - 2017-10-08
Heyeta Bakurê Kurdistanê çû serdana malbata Mam Celal

Heyeta Bakurê Kurdistanê çû serdana malbata Mam Celal

Heyeta Bakurê Kurdistanê ya ku beşdarî merasîma cenaze ya li Silêmaniyê bûbû, îro jî çû serdana malbat û gora Mam Celal.
Heyeta Bakurê Kurdistanê ya ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, Parlamenterên HDP’ê Nadîr Yildirim, Îmam Taşçier, Pervîn Buldan, Berdevka Meclîsa Jinan û parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, siyasetmedar Mulkiye Bîrtane, Endamê MYK’ê ya DBP’ê Mehmet Şîrîn Tunç û Halîde Turkoglu, Hevşaredarê Mûşê yê berê Sirri Sakik pêk dihat, çûn serdana gora Mam Celal.
‘WESIYETA WÎ YEKÎTIYA NETEWEYÎ BÛ’
Piştî serdana gorê heyet çû serdana malbata Mam Celal.
Baydemîr li vê derê ji kurê Mam Celal, Qubat Talabanî re got ku, “Bila serê we sax be. Mam Celal, mamê her çar parçeyên Kurdistanê bû. Têkoşîna wî ne bi tenê ji bo Başûrê Kurdistanê bû. Ji me re mîrateke giştî ya têkoşînê hişt. Wesiyeta wî yekîtiya neteweyî bû. Em ê ji bo bicihanîna wesiyeta wî bixebitin.”
Qubat Talabanî duh di merasîma bavê xwe de gotibû ku, yekîtiya neteweyî wesiyeta bavê wî ye û û gotibû, “Em ê xwedî li vê wesiyetê derkevin. Em ê xwedî li Kurd û Kurdistanîbûnê derkevin.”

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket