Derwêş: Mam Celal li cîhanê û Rojhilata Navîn xwedî rol bû

kurdistani 12:24 PM - 2017-10-08
Derwêş: Mam Celal li cîhanê û Rojhilata Navîn xwedî rol bû

Derwêş: Mam Celal li cîhanê û Rojhilata Navîn xwedî rol bû

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriye (PDPKS ) Ebdilhemîd Hecî Derwêş diyar kir ku Mam Celal siyasetmedarekî demokrat bû, li cîhanê û Rojhilata Navîn rola wî hebû.
Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriye (PDPKS ) û hevrê Mam Celal, Ebdilhemîd Hecî Derwêş îro serdana gora Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talebanî kir û destegulek danî li ser gora Talebanî.

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriye (PDPKS ) Ebdilhemîd Hecî Derwêş piştre jî di civîna çepemeniyê de behsa nasîna Talebanî û pêwendiyên xwe yên di gel Talebanî kir û got; "Berî 62 salan min û Mam Celal hev dît. Wê demê em her du ciwan bûn. Piştre em bi hev re li Şamê çûn kolêja yasa. Ji wê demê ve ez pê serbilind im. Em hevalên hev ên siyasî û civakî bûn. Qet navbera me xera nebûye. Me bi hev re YNK û Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriye (PDPKS ) ava kir. Bi hev re biratiya me berdewam dikir. Destên xerab nekarîn navbera me xerab bike. "

'Xebata Mam Celal vala neçû'

Derwêş diyar kir ku Mam Celal siyasetmedarekî mezin bû û wiha pêde çû; "Li Rojhilata Navîn û cîhanê Mam Celal xwedî rol bû. Siyasetmedarekî demokrat bû. Li dijî dîktatoriyê bû. Mam Celal Kurdistanî bû. Herêmî û Iraqî nebû. Hevkariya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dikir. Rêz ji Ereb, Faris, Tirkan û hemû mirovan re digirt. Bi rastî birêz bû. Xebata Mam Celal vala neçû. "

PUKmedia-Rojnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket