Şandeya Rojava serxweşî li malbata Mam Celal û YNKê û gelê kurd kir

kurdistani 04:34 PM - 2017-10-07
Şandeya Rojava serxweşî li malbata Mam Celal û YNKê û gelê kurd kir

Şandeya Rojava serxweşî li malbata Mam Celal û YNKê û gelê kurd kir

Şandeyeke ji kurdên Rojavayê ên ser bi Rêvebiriya Xweser beşdarî merasîmê kirin.

Îro roja şemiyê ku yekemîn roja serxweşiya koça dawî ya rêberê kurd serok Mam Celal bû, şandeya Rojavayê Kurdistanê piştî serdana xwe ya ser mezarê Mam Celal û danîna tace gulan, vegeriya bo cihê serxweşiyê li yarîgeha Sîrwanî New ya li bajarê Silêmaniyê nêzîkî Serçinar.

Di wê merasîmê de, her yek ji Bafil Talebanî û berpirsê saziya dije terorê û Qubad Talebanî cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê û dr. Xwesreaw Mihemd endamê politburoya YNK`ê û Şêx Lahurî Şêx Cengî pêşwazî û bixêrhetina şandeya Rojavayê Kurdistanê kirin.

Her weha Serokê Kantona Kobanê Enwer Mislim û serokê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan û hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen û Mensur Selîm hevserokê encûmena federaliya bakurê Sûriyê û nûnerê PYDê li herêma Kurdistanê Silêman Ereb û serokê çaxa Hevpeymaniya Nîştimanî ya Sûrî Hozan Efrînî û nûnerê Xweseriya Rojavayê Dr. Cewîdan Hesen ligel hejmarek ji endamê şandeyê pêhatibûn beşdarî wê merasîmê bi navê kurdên Rojava û Xweseriya demokratîkê bû..

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket