Barzanî serdana mezarê serok Mam Celal kir

kurdistani 11:26 AM - 2017-10-07
 Barzanî serdana mezarê serok Mam Celal kir

Barzanî serdana mezarê serok Mam Celal kir

Barzanî serdana mezarê serok Mam Celal kir û taca gulan li ber serî danî.
Îro serê sibê li bajarê Silêmaniyê, Mesud Barzanî û Nêçîrvan Barzanî serdana mezarê serok Mam Celal li girê Dabaşan kirin û taca gulan li ser danîn û piştre jî serokê Hikûmeta Herêma Kurdiostanê Nîşêçîrvan Barzanî serdana mala serok Mam Celal kir.

Her weha Barzanî taca gulan dîna ser mezarê serok Mam Celal û ji kenalên ragihandinan re ragihand ku; Ji bo canê serok Mam Celal û pakrewanan şad bin, pêwîste em yekrêziya xwe biparêzin.

Di dirêjahiya axivtina xwe de, Barzan aşkire kir ku Mam Celal xwesteka xwe yekrêziya gelê kurd bû û bi piştîvaniya Xwedê emê xwesteka Mam Celal pêkbînin tako dilê Mam Celal xweş bikin.
Amaje bi wê jî kir ku ti kes bi qasî min hesty bi boşeytiya serok Mam Celal nake.
Ji ber ku her pirsgirêkeke çiqas mezin bu ye, bi yek telefon di navbera min û serok Mam Celal de, çareser dibû.
Di dawiya gotina xwe de, Barzanî got; Ewê li ser milê me ye, em yekrêziyê û biratiyê bikin tako rewanê serok Mam Celal şad bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket