Serok Mam Celal sipartin bi axa welat

kurdistani 06:41 PM - 2017-10-06
Serok Mam Celal sipartin bi axa welat

Serok Mam Celal sipartin bi axa welat

Termê pîrozê serok Mam Celal li girê Dabaşanê bi axê hat spartin.

Îro roja înê 6-10-2010`an li bajarê Silêmaniyê di girê Dabaşanê nêzîk mala serok Mam Celal termê pîrozê wî,bi beşdarbûna sedan hezar kes ji weltiyên her çar parşeyên Kurdistanê,  bi axa Kurdistanê hat spartin.
Her weha piştî ku termê serok Mam Celal ji Almaniyayê gihîşte firokexaneya navneteweyî ya Silêmaniyê, li wir, merasîma pirotokola navnetweyî ya rêzgirtina li serokan, bi beşdarbûna serok û nûner û konsilxane û balyozên welatan û nûnerên her şar aliyên Kurdistanê,  birêve çû.

Piîtî bi dawîkirina merasîma pirotokolî, berê xwe dane ber mizgefta mezin ya bajarê Silêmaniyê, li wir serok Mam Celal şuştin û li ser nimêj kirin û amadekirin û bi amadebûna sed hezaran kes, ber bi Girê Dabaşanê ve birê kirin û li ser girê bi axê spartin.

Di dawiyê merasîma bi axêspartina serok Mam Celal, lawê xwe cigirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî gotarek bi navê malbata Talebanê pêşkêş kir û tê de spasiya tevahiya gelê kurd li her çar aliyên Kurdistan û cîhanê kir û her weha spasiya hemû ew kesayetî û welatn û nûnerên wan ên ku beşdarbûn û birûske û peywendî kirin û serê gelê me xweş kirin kir.

Talebanî aşkire kir ku pêwîste rêbaza serok Mam Celal di warê kirdariyê de bête bi cihkirin û yekrêziya xwe em bihêztir bikin.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket