Kongreya Islamî ya Demokratîk sersaxî ji gelê Kurdistan re xwest

kurdistani 04:05 PM - 2017-10-05
Kongreya Islamî ya Demokratîk sersaxî ji gelê Kurdistan re xwest

Kongreya Islamî ya Demokratîk sersaxî ji gelê Kurdistan re xwest

NAVENDA NÛÇEYAN – Kongreya Islamî ya Demokratîk ji bo wefata Mam Celal daxuyaniyek da û sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwest.

Daxuyanî wihaye:
“Yek ji pêşengê gelê Kurdistanê Mam Celal Telabanî jiyana xwe ji dest da. Wî emrê xwe ji bo gelê Kurdistanê feda kir û em wî bi rêzdarî bi bîr tînin.
Em tu caran keda wî ya ji bo berjewendiya gelê kurd û yekîtiya neteweyî ji bîr nakin. Bersiva herî di cih de em ê bidin Mam Celal avakirina yekîtiya gelê kurd e û têkoşîna li hemberî Yezîdênhemdem bilindtir bikin.
Êşa me mezin e. Bi vê wesîleyê em dibêjin bila serê gelê Kurdistanê sax be û Xwedê sebrê bide malbata wî. Heta ku gelê kurd hebe wê her tim Mam Celal bi bîr bîne û tu car ji bîr nake. Bila rehma Xwedê li ser Mam Celal be.”

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket