KONGRA-GEL: Emrê Mam Cele ji bo azadiya Kurdistanê bi têkoşîn derbas bû

kurdistani 03:19 PM - 2017-10-04
KONGRA-GEL: Emrê Mam Cele ji bo azadiya Kurdistanê bi têkoşîn derbas bû

KONGRA-GEL: Emrê Mam Cele ji bo azadiya Kurdistanê bi têkoşîn derbas bû

KONGRA GEL, ji bo Celal Talabanî peyameke sersaxiyê weşand û got “Tevahiya emrê Mam Celal, ji bo azadiya gelê Kurdistanê bi têkoşînê derbas bû.”

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL, ji ber wefata damezrînerê YNK’ê Celal Talabanî peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyama KONGRA-GEL de wiha hate gotin: “Gelê me, ji ber wefata Mam Celal, damezrînerê YNK’ê û sekreterê wê yê giştî, Serokkomarê 6. ê Iraqê Birêz Celal Talabanî, gelekî xemgîn û bi êş e. Bila serê malbata Talabanî, civata YNK’ê, gelê me, dostan û hemû hezkiriyên wî sax be. Rehma Xwedê li Mam Celal be. Gelê Kurdistanê lîderekî xwe yê mezin ji dest da, ku cihê wî nayê dagirtin.

Tevahiya emrê Mam Celal, ji bo azadiya gelê Kurdistanê bi têkoşînê derbas bû. Di dîroka Kurdistan û Rojhilata Navîn de bi risteke gelekî girîng rabû. Bi lîderiya xwe ya mezin a gel, bi siyasetmedarî û kesayetiya xwe ya dîplomat, di çareserkirina pirsgirêkên civakî û neteweyî de lîderekî welê bû ku cihê wî nayê dagirtin.

Di vê pêvajoyê de, ku gelê Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya azadiyê re gelek destketiyên girîng bi dest ve aniye û li çar parçeyên Kurdistanê bûyerên gelekî girîng diqewimin, kêmaniya dîplomatekî hosta mîna Mam Celal, bandoreke giran li siyaseta Kurdistanê kir û hê jî dike.

Mam Celal, di jiyana xwe ya siyasî de tenê bi YNK û Başûrê Kurdistanê nesekinî. Ji nêz ve bi parçeyên din ên Kurdistanê re eleqedar bû. Bi taybetî, têkiliya wî ya bi Rêber Apo re û hewldanên wî yên ji bo afirandina çareseriyeke aştiyane li Bakurê Kurdistanê, daxwaza ji bo destpêkirina kampanya ji bo azadiya Rêber Apo ya beriya xerabûna tenduristiya wî, wê ti carî ji aliyê PKK û gelê me ve neyê jibîrkirin.

Mam Celal wê bi jiyan û têkoşîna xwe, di dîroka gelê Kurdistanê cihê ku heq dike, bigire. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wî ya ezîz ditewînin. Em soz didin wî, ku em ê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya ji bo tevahiya Kurdistanê bi ser bixînin, ku ev yek xeyala wî bû.

Êşa Hêro Xan, kurên wî Pawel û Kûbat Talabanî yên hêja ji dil ve par ve dikin, sersaxiyê ji malbatê û civata YNK’ê re dixwazin. Mam Celal wê di dilê gelê Kurdistanê û dostan de her tim bijî.”

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket