Çawîşoglu gefa dagirkirina Efrînê û destwerdana Başûr xwar

kurdistani 03:34 PM - 2017-10-03
 Çawîşoglu gefa dagirkirina Efrînê û destwerdana Başûr xwar

Çawîşoglu gefa dagirkirina Efrînê û destwerdana Başûr xwar

NAVENA NÛÇEYAN – Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawîşoglu gefa dagirkirina herêma Efrînê û destwerdana Başûrê Kurdistanê xwar û got ku heger hikûmeta herêmê Başûrê Kurdistanê ji referndûmê venekişe ew ê destwerdanê bike.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawîşoglu di daxuyaniyeke li gel ajansa dewletê ya Tirkiyê Andolê re axivî û banga “Paqijkirina bajarê Efrînê ji YPG’ê kir” û wiha got: “Em ê destur nedin ku hêzêke terorîst li Bakurê Sûriyê were avakirin. Hebûna Yekîneyên Parastina Gel li Bakurê Sûriyê sînorê me dixet xeteriyê. Her wiha metirsiyeke li ser yekîtiya xaka Sûriyê çêdike. Em difikirin ku em êvê xeteriyê bi temanî ji holê rakin.”

Di heman dema ku Çawîşoglu ev daxuyanî dida artêşa Tirk hêza xwe li ser sînorê Efrînê û Idlibê zêde kir.

Mewlut Çavuşoglu têkildarî referandûma Başûrê Kurdistanê ji ev tişt anî ziman: “Hîna jî ne dereng e ku Barzanî ji şaşiyê vegere. Eger Barzanî ji şaşiyê vegere em ê di rojên zehmet û zor de li gel wî bin û weke berê têkiliyên xwe li gel wan berdewam bikin” .

Wezîrê Tirkiyê her wiha diyar kir ku eger rêveberiya Barzanî ji vê şaşiyê venegerin û gav bi paş ve ne avêjin ew ê biryarên ku girtine bi hevkariya Bexdayê bixin meriyetê û dom kir: “Barzanî digot, eger em referandûmê bikin, wê destê me li ser masê xurt bibe lê, wiha nebû. Hemû cîhan li dijî wî derketin.”

Di şêwar Konreya Netewî ya Rojavayê Kurdistanê de pêşniyara avakirina hêzeke leşkerî kurdî hatibû kirin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK‘ê Mûrad Karaylan di hevdîtineke xwe ya li gel radyoya dengê Kurdistanê, gotibûn: “Heger Başûrê Kurdistanê rastî êrîşaekê were ew ê bê deng nemînin û dê parastinê bikim.”

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket