Rûsya û Fransa Ser Referanduma Herêma Kurdistanê Hişyarî Didin

kurdistani 02:42 PM - 2017-09-27
 Rûsya û Fransa Ser Referanduma Herêma Kurdistanê Hişyarî Didin

Rûsya û Fransa Ser Referanduma Herêma Kurdistanê Hişyarî Didin

Rûsya û Fransa derbarê referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Îraqê hişyarî da.
Wezareta Derve ya Rûsya dîyar kir ku divê Kurd gavên ku bêistiqrarîya Rojhilata Navîn zêdetir dikin neavêjin û bang li Hewlêr û Bexda kir ku di nava Îraqê de çareserîyekê bibînin.
Wezareta Rûsya herwiha da zanîn ku ew ji armancên neteweyî ya Kurdan re rêzê digirin, lê bo wan girîngiya sereke parastina yekbûna axa Îraqê ye.
Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves le Drian jî da zanîn ku bo serxwebûnê ne dema rast e.
‘’Ger serxwebûn were ragihandin, di vê dema ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Îraqê têk diçe de, dibe ku li Rojhilata Navîn kêşeyên mezintir çêbin’’ le Drian got.
Bexda dîyar kiribû ku referanduma Herêma Kurdistanê dijî qanûnê ye û di serî de Tirkîye û Îranê gelek dewletan dijî referandumê bertek nîşan dabû.
Li ber e ku encamên referandumê yên fermî îro Çarşemê werin ragihandin.

PUKmedia-VOA

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket