Nauert: Em Jiber Referanduma Herêma Kurdistanê Xeyalşikestî Ne

kurdistani 02:40 PM - 2017-09-26
 Nauert: Em Jiber Referanduma Herêma Kurdistanê Xeyalşikestî Ne

Nauert: Em Jiber Referanduma Herêma Kurdistanê Xeyalşikestî Ne

Amerîka ragihand ku jiber referanduma serxwebûnê ya Rêvebirîya Herêmî ya Kurdistanê ‘’xeyalşikesti’’ ye.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert dîyar kir ku rêvebirîya herêmî, axa ne di Herêma Kurdistanê de jî di nav de bi awayekî yekalî referandum li dar xistîye û vê yeke jî xeyalşikestineke ‘’kûr’’ bi wan re çêkiriye.
‘’Referanduma ku ti hukmê wê tune dê peywendîya me ya bi Kurdên Herêma Îraqê re qels neke, lê em bawer dikin ku ew gava dê bêîstiqrarî û kêşeyên li herêmê zêdetir bike’’ Nauert got.
Nauert da zanîn ku li herêma têkoşîna bi Dewleta Îslamî (DAIŞ) re hîn bi dawî nebûye û ewê rêxistinên tundrê parçebûna herêmê û bêîstiqrarîya li wir ji xwe re bikin fersend.
Berdevaka Wezareta Derva da zanîn ku Amerîka dijî tundûtûjîyê ye û bang li hikûmeta Îraqê û rêvebirîya Herêma Kurdistanê kir ku dîyalogên avaker pêk bînin.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket