Parlemana Êraqê sînor daxistin

kurdistani 07:00 PM - 2017-09-25
Parlemana Êraqê sînor daxistin

Parlemana Êraqê sînor daxistin

Parlemana Êraqê biryara daxistina sînoran lihel Herêmê da.

Îro roja sêşemê 25-9-2017`an, di rûniştina encûmena nûnerên Êraqê de ku aliyên kurdî tê de nebûn, deng li ser girtin û daxistina sînor û derwazeyan dan.

Ew xalên ku parlemanê deng li ser dane ev in;

1-Deriyên sînor û hatûçûna di navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê de tê rawestandin û derî tên girtin.

2-Her weha refrendoma Herêma Kurdistanê bi ne rewa nirxandin.

3-Pabendbûna rêberê giştî bi yekparçeyî axa Êraqê.
4-Belavkirin û bi cihkirina hêzên leşkerî di navçeyên Kurdistan yên piştî 2003 an

5-Vegerandina paenaberan bo cih û warên wan û avakirina navçeyên ziyanberketî.
6-Berhevkirina sizeyan derheqê her kesên ku beşdarî refrendomê bûne û bi taybetî fermanber.

7-Qedexekirina hemû kompaniyên ku di navçeyên Herêma Kurdistanê de dixebitin û bi taybetî ên neft û petrolê.

Her weha rûniştina îro ji bo roja çarşemê hat paşxistin û wê serokwezîr Heyder Abadî jî tê de amade bibe tako derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de, siza û biryarên nûh gotûbêj bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket