Piştî 24 salan mizgîniya azadiya kurd da hevjînê xwe

kurdistani 07:06 PM - 2017-09-24
Necah Silêman hevjîna nemir Mehmûd Şewket Nasan

Necah Silêman hevjîna nemir Mehmûd Şewket Nasan

20 - 09 - 1993
Mehmûd Şewket Naasan
- çû dilovanî ya xwedê
- - -
-berî ku rihmetî be bi çend rojan
- ji dayk a min ra got :
min Kurdistan - ne dît - -
lê tu u qiçikêd xwe hûn ê bibînin
- - - - - -
diya min îro dibeje :
Dilê min:
- bila dil ê te rûne -
- hestû yêd te bi arami - vehesin û razin
va ye kurd - li du parçan -
serî bilindin
bi heq-maf ê xwe digihîjin -
- Raze - mêrê min - - raze
Raze - peya yê min - - - raze
- - armanc ên - te jiyana xwe jêra terxan kirî bû - -
bicî dibin.

Ji rûpela diktor Ferhad Mehmûd Şewket Nasan hat wergirtin û weşandin.

Hêjayî gotinê ye ku gundê Tilifê ya ser bi Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, yekeke ji wan gundên herî berhemdar ji aliyê rewşenbîr û welatparêz ku mora xwe li dîrokê dane, her  wek tê çêrêkirin ku 19 kes berwanameya bijîşkî bi destxistine û 8 kesan jî berwanameya dermansaziyê bi destxistine, ligel 14 kesan jî ku berwanameya endezyariyê bi destxistine û hejmarek siyasetmedar û reşwnbîr û kesayetiyên mezin wek nemir Mehmûd Şewket Nasan ku yekek bû ji damezrênerên yekemîn partiya kurdî (Partiya Demokrata Kurdistanê) li Rojavayê Kurdistanê ku nemir di nava koma yekê de bû ya ku di roja14 pûşpera 1957an de, bi serokatiya nemir Apê Osman Sebrî , nemir Mihemed Elî Xoca, nemir Hemze Niwêran, nemir Reşîd Hemo, Dr. Xelîl Mihemed Ebdula,  û mamoste Ebdilhemîd Derwêş.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket